Ji sedî 95 ê Lemûran li ber tinebûnê ne

Yekîtiya Parastina Xwezayê ya Navneteweyî (UICN), raporek di derbarê lemûran de weşand û eşkere kir ku ji 111 cureyên lemûran ên tên zanîn 105 cure di bin gefa tunebûnê de ne.

UICN’ê, di daxuyaniya xwe ya 1’ê Tîrmehê eşkere kirî de da zanîn ku ji sedî 95’ê lemûran li ber tunebûnê ne û ev prîmatên ku li cîhanê herî zêde di bin gefa tunebûnê de ne. 

Li gorî kovara Science et Avenirê, Endamê Komîsyona Berpirsyarê Celebên Dijîn ê UICN’ê Rûss Mittermeier gotiye,"Bêguman ev rêje ji bo komeke gihandar a girîng, heta ji bo komeke marîpişt, rêjea herî bilind a ‘ajala di bin gefê de’ ye."

Di rojanekirina raporê ya ji sala 2012’an de hate diryarkirin ku ji 111 cureyên lemûran 105’ê wê di bin gefa tunebûnê de ne. Ev ajal di lîsteya sor a "di bin metirsiya tunebûnê de" ya saziya civaka sivîl UICN’ê de cih digire.

Ev lemûrên prîmat ku bi difnê xwe yê tûj û bi teriya xwe ya dirêj tên nasîn, tenê li madakaskaran dijîn. Ev lemûr, nexasim bi tunekirina daristanên tropîkal û xebatên bê serûber ên cotkarî û madenkariyê jiyana wan dikeve bin gefa tunebûnê. Lê belê ji vê wêdetir jî zêdebûna nêçirkirina wan dibe sedema tunebûna wan.