Ji êrîşa Îranê DYA û Siûdî Erebîstan berpirs hate nîşandan

Mûhafizên Şoreşa Îranê, ji êrîşa Tehranê DYA’yê û Siûdî Erebîstan berpirs nîşan da.

Mûhafizên Şoreşa Îranê, ji ber êrîşa îro ya çeteyên DAIŞ’ê li ser avahiya parlementoyê û gora Serokê Şoreşa Îslamî Ruhulah Xumeynî, DYA û Siûdî Erebîstan weke berpirs dîtin.

Mûhafizên Şoreşger ên daxuyaniyek nivîskî da wiha got: “Êrîş, piştî hevdîtina Serokê DYA’yê Donald Trûmp û serokê paşverû yê dewleta Siûdî ku piştgiriyê dide terorîstan, bi hefeteykê û şûnde pêk hatiye. Girtina DAIŞ’ê ya êrîşê ser xwe, dide nîşandan ku di vê êrîşa hovane de tiliya wan jî heye.” Di daxuyaniya Mûhafizên Şoreşa Îranê de îdîaya “Tolhilînê’ jî heye.

Îro li paytext Tahran a Îranê saetên sibehê di êrîşên hemwext ên li ser avahiya parlementoyê û gora Xumeynî de 12 kesan jiyana xwe ji dest dabû, 42 kes jî birîndar bibû. Êrîş jî DAIŞ’ê girtibû ser xwe.