Ji ber kêmasiya polîsên Elman xwe gihande Îtalyayê
Polîsên Elman, heta ku li tevahiya Ewropayê fermana lêgerîna Amrî derxist, 30 saet di ser komkujiyê re derbas bû. Tê gotin, Amrî ji vê yekê sûd wergirtiye û bi saya vê kêmasiyê karîbûye xwe veşêre.
Polîsên Elman, heta ku li tevahiya Ewropayê fermana lêgerîna Amrî derxist, 30 saet di ser komkujiyê re derbas bû. Tê gotin, Amrî ji vê yekê sûd wergirtiye û bi saya vê kêmasiyê karîbûye xwe veşêre.
Hate ragihandin berpirsê komkujiya paytexta Elmanya Berlînê, ku 12 kes di encama êrîşê de kuştibû û li tevahiya Ewropayê lê digeriyan hate kuştin, diyar e ku êrîşkar ji ber sedema kêmasiyên polîsên Elman karîbûye bireve. Ji ber ber ku polîsê Elman biyanîyekî din girtibû, Amrî bi rehetî pêşî derbasî Fransa û ji wir jî derbasî Îtalyayê bû.
Îro nûçeya têkildarî kuştina Amrî, ku di çapemeniya Îtalî de cih girtibû û dihate gotin, li Mîlano, berê vê sibehê dema sehkirina nasnameyê de şer derketiye û di şer de hatiye kuştin, ji hêla Wezîrê Karê Hundir Marco Mînnîtî ve, di civîna çapemeniyê de hate qebûlkirin.
Hate gotin, welatiyê Tûnisê Amrî, li semta Sesto San Gîovannî ya Mîlannoyê, dema ku ji hêla polîsan ve hatiye rawestandin, ji tûrikê xwe çek derxistiye, polîsek birîndar kiriye û polîsê din jî êrîşkar kuştiye.
PIŞTÎ KUŞTINÊ BI GELEK SAETAN JI NÛ FERMANA LÊGERÎNE HATE DAYIN
Lê tê zanîn ji ber kêmasiya polîsên Elman Anîs Amrî piştî ku komkujiyê karîbûya ku xw bigihîne Îtalyayê.
Duşemê saet 20.00’an Amrî piştî ku bi TIR'ê êrîşî bazara Noelê ya Breîtscheîdplatzê kir, li gorî îfadeya şahid hate gotin ku ji cihê bûyerê reviyaye, polîsan jî penaberekî ku direviya binçav kiribû. Lê piştî bi saetan nû hate fêhmkirin ku ev kes ne êrîşkar e, dîmên Anîs Amîrî ku hate fêhmkirin êrîşkar e, piştî bi saetan, li heman herêmê li ber mizgefeteke girtî hate dîtin.
Nasnameya ku tê îdîakirin Amrî piştî êrîşê li TIR'ê hiştibû jî, encex piştî êrîşê bi rojekê hatibû dîtin. Ji bo ku piştî ku di ser komkujiyê re 30 saet derbas bû û polîsan Elman encex li tevahiya Ewropa fermana lêgerînê da, Amirî jî ji vê fersendê sûd wergirt û karîbû xwe veşêre.
PÊŞÎ DERBASÎ FRANSAYÊ Û JI WIR JÎ DERBASÎ ÎTALYAYÊ BÛ
Tê ragihandin ku nayê zanîn Amirî çawa derbasî Fransayê, Chambêryê bûye, ji wir jî bi trênê çûye Torîno a Italyayê. Şefê antî-terorê yê Mîlano Alberto Nobîlî, agahî da ku Amrî ji Torîno dîsa bi trênê derbasî Mîlano bûye.
Li gorî agahiyan saetr 01.00’ê şevê, êrîşkar hatiye Mîlanoyê, saet 03.00’an dema ku polîsan jê nasnameye xwestiye şer derketiye û di encamê de êrîşkar hatiye kuştin.
Di êrîşa Berlînê de 12 kes miribûn û 48 kes birîndar bûbûn.