Ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve 12 hezar leşkerên Îsraîlê birîndar bûn
Li gorî rojnameya Haaretz, Wezareta Parastinê ya Îsraîlê diyar kir ku ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve nêzî 12 hezar leşkerên Îsraîlê birîndar bûne.
Li gorî rojnameya Haaretz, Wezareta Parastinê ya Îsraîlê diyar kir ku ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve nêzî 12 hezar leşkerên Îsraîlê birîndar bûne.
Li gorî Wezareta Parastinê, di şerê ku bi êrîşa Hamasê ya li ser Îsraîlê re destpê kirî de, ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve nêzî 12 hezar leşkerên Îsraîlê birîndar bûne, hejmara nexweşên di servîsên rehabîlîtasyonê de, nêzî sedî 20 zêde bû û gihişt 74 hezarê.
HETA 2030’Ê 100 HEZAR ASTENGDAR
Li gorî texmînên rehabîlîtasyonê ya wezaretê, heta sala 2030’an wê di artêşa Îsraîlê de nêzî 100 hezar astengdar hebin û ji sedî 50 wê ji aliyê derûnî ve nexweş bikevin.
Ji birîndaran ji sedî 51 di navbera temenê 18-30 de û ji vane nêzî sedî 43 semptomên derûnî yên mîna anksiyete, depresyon û travmayê dijîn.
Li gorî Beşa Rehabîlîtasyonê, ji bo birîndaran wê hemû komîsyonên tibbî li ser esasê polîtîkaya heyî qasî salekê hatin taloqkirin.
Beşa Rehabîlîtasyonê her wiha ragihand ku nêzî 500 terapîst ketine kar û li seranserî welêt ji xeynî deh navendên rehabîlîtasyonê, 3 tesîsên bicihbûnê hatine vekirin.