Israîl: Leşkerên me tişta hewce kirin!

Serokwezîrê Israîlê Benyamîn Netanyahû û Wezîrê Parastinê Avîgdor Lîberman li ser bûyera li ser sînorê Şerîa Rojava û Xazzeyê ku di encama êrîşê de 15 Filistînî hatin kuştin daxuyanî dan.

Ofîsa Serokwezîrê Israîlê Netanyahû daxuyanî da û di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi hurmetî ji bo ku leşkerên ku sînorên dewletê parastin û fersend çêkirin ku welatiyên Israîlê bi aramî Cejna Pesahê pîroz bikin."

Di daxuniyayê, li ser kuştina 15 Filistîniyan, ku li ser sînorê Xazzeyê, piştî xwepêşandanên bi mebesta Roja Xakê ya Filîstînê pêk hatibû, hate gotin, "Israîl, ji bo ku serweriya xwe bidomîne û ewlehiya welatiyan bi cih bîne bi biryardarî tevdigere."

Wezîrê Parastinê yê Israîlê Avîgdor Lîberman li ser daxwaza ku ji ber kuştina çalakgeran divê lêpirsîn were vekirin, helwest nîşan da û got, "dengên dirû ne."

Lîberman li ser hesabê xwe yê medyaya sosyal got: "Bi xêra leşkerên me Cejna Pesahê bi ewlehî pêk hat. Ez koroya dirû ya ku dixwazin komisyona lêpirsînê were vekirin fêhm dikim. Van tevlîhev kirin. Ji wan weye ku duh Hamasê festîvala mûzikî daniye û diviya me kulîlkan bidana wan."

Lîberman ji Filistîniyan re ku çalakiyên aştîxwaz dikirin, "endamê Hamasê" gotî û bi berdewamî got, leşkerên Israîlê aktîvîstên baskê leşkerî yê Hamasê asteng kirin.

Li Israîlê Serokê Partiya Meretz a ku meyla çepgiriyê pê re heye, li ser tişta ku qewimî xwest ku komîsyoneke lêpirsînê were vekirin.