Iraq li ser guşarên DYA’yê yên li ser Îranê çi dibêje?

Li dijî guşarên aborî yên DYA’yê yên li ser  Îranê welatên Ewropa li eniya xwe dikevin pozîsyonekê, tê meraqkirin bê ka welatên Rojhilata Navîn, bi taybetî jî Iraq bêyî dilê xwe jî be wê qebûl bike yan na.

Piştî ku DYA Gulanê ji peymana nukleerê ya bi Îranê re vekişiya Elmanya, Fransa, Ingilistan û YE’yê gotin ew ê pêgirê peymanê bin. YE ji bo şîrketên ku bi Îranê re kar dikin biparêze yasaya ‘antî-boykotê rojane kir, her wiha tê meraqkirin bê ka Iraq çawa wê bikeve ber bayê vê ambargoyê. Iraq ji hêla rêveberî, aborî ve bi Îranê re danûstandinên wê geş in.

Daxuyaniyên ji Serokkomar, serokwezîr û berdevkê serokwezîr hatin fikara Iraqê ya li ser guşarê nîşan dide.

Serokkomarê Iraqê Fuad Mehmûm got zehmet e ku Iraq pêgirê biryara guşarê ya DYA’yê ya li ser Îranê bimîne.

Mehsûm ji televizyona Iraqê Hurre re axivî û got, ‘’Têkilî û berjeweniyên hevpar ên Iraq û Îranê hene. Ji bo vê jî zehmet e ku pêgirê biryara guşarê ya DYA’yê ya li ser Îranê bimîne.’’

EBADÎ BÊ DILÊ XWE GOT, ‘TEMAM’

Her wiha Serokwezîrê Iraqê Heydar Ebadî jî di daxuyniya çapemeniyê ya heftane de got, ‘’Em ê berjewendiyên xwe biparêzin.’’

Ebadî got derbarê guşarên aborî yên li ser Îranê  tiştekî ku ew bikin tine û domand, ‘’Ji hêla rêgezî ve em li dijî guşaran in. Ablûka û guşarên aborî civakan hildiweşînin û rejîman qels nakin. Em ê berjewendiya xwe biparêzin.’’ Ebadî her wiha li ser guşaran got, ‘’şaşîtiyeke stratejîk e û ne rast e.’’ Ebadî wiha domand: ‘’Em ê bi wan re nedin û nestînin an jî destekê nedin wan lê ji bo berjwendiya gelê xwe em ê li gor wan biçin.’’

HADÎSÎ: DIVÊ EM LI GOR BIRYARÊ BIÇIN

Berdevkê Ebadî Saad Hadîsî jî got ew neçar in li gor guşaran biçin û got, ‘’Iraq neçar e ku li gorî biryara guşarê ya DYA’yê ya li ser Îranê biçe. Bi çarçoweya biryara guşarê ya DYA’yê ya li ser Îranê em ê bi dolaran bi Îranê re bazirganiyê nekin.’’

Şêwirmendê Aborî yê Serokwezîrtiya Iraqê Muzhîr Salih jî li ser bandora guşarê ya li Iraqê got, ‘’Iraq û Îran ji hêla bazirganî ve pir têkilî hev bûn. Iraq 35 ji 100’î yê elektrîkê ji Îranê distîne û her wiha gazê. Her wiha guşarên li ser Îranê bandorê li sektora turîzmê ya Iraqê jî dike. Ji ber ku salê 3 milyon Îranî serdana Iraqê dikin.’’