Iraq daxwaza derketina leşkerên Tirk ji nava xaka Iraqê dike

Wezareta Têkiliyên Karê Derve ya Iraqê daxwaz dike ku leşkerên Tirk ên dagiker ji nava xaka Iraqê derbikevin ku hemû welatên Erebî li dijî derketina hêzên Tirk ji Iraqê xwedî yek helwestê ne.

Hebûna leşkerên Tirk di nava xaka Iraqê de ev çend sal in di rojevê de ye. Beriya niha dadgeha cezayê ya Iraqê biryara girtina wan kesan dabû ku hêzên dagirker ên Tirk anîne nava xaka Iraqê de.

Dadgeha cezayê ya Iraqê 18’ê Cotmeha 2016’an bi sûcê sîxûrtiyê ji dewleta Tirk a dagirker re dike biryara destgîr kirina waliyê berê yê Mûsilê Esîl Nûcîfî da.

Îro carekî din Wezareta Têkiliyên Karê Derve ya Iraqê têkildarî derketina hêzên Tirk ji nava xaka Iraqê daxuyaniyek weşand. Berdevkê wezareta têkilyên karê derve yê Iraqê Ehmed Sehaf got; “Hemû welatên Erebî ji bo derketina hêzên Tirk ji nava xaka Iraqê xwedî yek helwestê ne.”

Hêjayî bibîrxisitnê ye ku welatiyên Başûrê Kurdistanê ji bo derxistina hêzên Tirk ji nava xaka Iraqê xwepêşandan lidarxistibûn û nerazîbûn nîşan dabûn. Piştî serhildana Şêladizê ku welatî çûn nava baregaha dewleta Tirk a dagirker, baregeh şewitandin û daxwaza derxsitina hêzên Tirk kiribûn.

Li aliyê din sala 2013’an de ji bo derxistina hêzên Tirk ji nava xaka Başûrê Kurdistanê kampanyaya îmzeyan dabûn destpê kirin û mîlyonek welatiyên Başûrê Kurdistanê kampanya îmze kiribûn.