Hunermendên Kurd ji bo dengdayînê bang kirin

Hunermendên Kurd Hemîd Ûrmiye û Hozan Kawa ji bo têkbirina Erdogan bang li her kesê kirin ku di 28’ê Gulanê de dengê xwe bidin.

Hunermendên Kurd Hemîd Ûrmiye û Hozan Kawa bal kişandin ser girîngiya hilbijartina serokkomariyê û anîn ziman ku divê bi taybet ciwan biçin ser sindoqan û pêşengtiyê jê re bikin. Hunermendê Kurd Hemîd Ûrmiye ê ji ANF’ê re axivî, diyar kir ku desthilat di 14’ê Gulanê de lewaz ketiye û divê di 28’ê Gulanê de bi temamî hilweşe.

Ûrmiye wiha got: “Di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi hezaran Kurd di zİndanan de ne. Divê gelê Kurd vê yekê li ber çawan bigirin û biçin ser sindoqan; destê xwe bidin ser wijdana xwe û dengê xwe bidin. Desthilata AKP-MHP’ê her roj êrîşê dibe ser Kurdan, ji bo êrîşên nû li benda firsendê ye. Êrîşê dibe ser çiyayên azad, Mexmûr, Şengal û Rojava. Dixwaze Rojava ya ku bi xwîna şehîdan hatiye avakirin, tine bike.”

‘BI DENGEKÎ GELEK TIŞT TÊN GUHERTIN’

Ûrmiye got ku divê her kes di 28’ê Gulanê de biçin ser sindoqan û desthilata faşîst têk bibin û wiha pê de çû: “Bila kes nebêje bi dengê min re tiştek nayê guhertin. Bi dengekî dibe ev pergala faşîst têk biçe. Her kes divê ji bo têkbirina desthilata faşîst a Erdogan dengê xwe bide.”

‘WERIN EM DI 28’Ê GULANÊ DE DENGÊ XWE BIDIN’

Hunermend Hozan Kawa jî bang li her kesê kir ku dengê xwe bidin. Kawa, wiha axivî: “Ji bo tu kes ji ber raman û nasnameya xwe ya qewmî neyê cihêkirin; demokrasî û mafên mirovan bi cih were, pirsgirêkên aborî, siyasî û civakî çareser bibin, ez bang li her kesê bi taybet alîgirên demokrasî, aştî û aramî dikim ku biçin dengê xwe bidin. Werin em di 28’ê Gulanê de biçin dengê xwe bidin.”