HRW’ê ji bo kampên li Yewnanistanê tevbîrên lezgîn xwest

Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW), ji bo ku hikumeta Yewnanistanê xwe ji krîza tenduristiyê biparêze, banga lezgînî ji bo tedbîrên li kampên penaberan ên li Yewnanistanê kir.

Lêkolînera krîz û pevçûnan a HRW’ê Belkis Wille, di daxuyaniya xwe ya nivîskî de da diyarkirin, “Di dema hikumeta Yewnan ji bo belavbûna pandemiya koronavîrûsê bide sekinandin xebatên xwe berdewam dike, amadekariyên li Lesbos, Chios, Samos, Kos û Lesos ê û dîmenên li ser şert û mercên kampan derdikevin bi tirsnak in. Tê dîtin ku li dijî vîrûsa Covîd-19 tevbîrên parastinê kêm jî be nayên girtin.”

HRW’ê daxwaz kir ku berî krîzek giştî ya tenduristiyê dernekeve, pêwîst e tevbîrên parastinê yên ji Covîd-19 bê destpêkirin.