HRW: Di êrîşên Burkîna Faso de bi dehan kes mirin

Rêxistina Çavdêr a Mafê Mirovan (HRW) ragihandd li bakurê Burkîna Faso di encama êrîşên komên Îslamî de bi dehan sivîl hatine kuştin, bi deh hezaran jê ji bêgavî malên xwe terikandin.

Di rapora HRW'ê de hate gotin, ''Tundî û rewşa bêewlebûnê qonax bi qonax li tevahiya welêt berbelav bûye''.

Di raporê de hate gotin navenda tundiyê û bêasayişê herêma bakur a peravê ye, li vê herêmê bi dehan sivîl hatine kuştin, bi deh hezaran jê ji bêgavî malên xwe terikandine.

Rapor ji nîvê 2018'an û vir ve hate Sıbata 2019'an di nav xwe de vedihewîne. Di nav binpêkirinên herî giran de ku komên îslamî kirine wiha tê rêzkirin: ''Revandina 41 berpirsên xwecih û înfaza wan, talan, desteserkirina ambûlansan, şewitandina dibistanan, sînordarkirinên jin û gundiyan, şewitandina dikanan''

Di raporê de her wiha hate gotin hêzên ewlehiyê yên Burkîna jî bi kêmanî 115 zarok û mêr kuştine.

Midûrê peravê yê HRW'ê Corrîne Dufka got, ''Gundî bi tirsê dijîn'' û bal kişande rola komên îslamî û hêzên hikûmetê yên di vê tirsê de.