HPG: Li Heftanîn 10 leşker hatin cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiyên gerîla yên di 8-9’ê Tîrmehê ya li dijî hêzên dagirker a li Heftanînê de ’10 leşker hatine cezakirin’.

HPG’ê li ser çalakiyên gerîla ev agahî parve kir: “Çalakiyên hêzên me yên li dijî tevgera dagirkeriyê ya li Herêma Heftanîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike. Agahiyên li ser çalakiyên hêzên me yên di çarçoveya Pêngavaa Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê wiha ye;

8’ê Tîrmehê saet 15:00’an hêzên me li Girê Şehîd Cûdî yê devera Şeşdara li dijî dagirkeran çalakiyeke ya sekvaniyê kirin. Di vê çalakiyê de leşkerek ê dijmin hatiye cezakirin.

9’ê Tîrmehê saet 14:15’an de hêzên me leşkerên li Girê Şehîd Cûdî yê devera  Şeşdara kirin hedef û çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ku xurtî li çeperên dijmin hatin dayîn, 2 çeper bi temamî hatin rûxandin 8 leşker hatin cezakirin, 2 leşker jî birîndar bûn. Ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyên me Goran, Viyan û Xabûr ên 3’yê Tîrmehê li Xantûrayê şehîd bûbûn, pêk hatiye.

Heman rojê saet 17:00’an hêzên me li dijî hêzên dagirker ên li devera Girê Tunelê ya girêdayî Şeşdarê çalakiyeke ya sekvaniyê kirin. Di vê çalakiyê de jî leşkerek hatiye cezakirin.

Heman demê artêşa TC’ê 9’ê Tîrmehê di saetên şevêd de gundê pirbûla bi obus û hewanan bombe kir. Di vê bomberdûmanê de ziyan gihiştiye bax û baxçeyên gundiyên deverê.

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 9’ê Tîrmehê saet 16:30’î li dijî leşkerên TC’ê yên li Girê Şehîd Bager ê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê bicih bûbûn, çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de bi xurtî li çeper û sitargehên dijmin hatin xistin, li ser hejmara leşkerên hatine cezakirin û birîndarbûn agahiyên zelal nehatin girtin.”