HPG'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir

HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên 2'ê Tîrmehê li Wanê şehîd bûn eşkere kir û diyar kir, "Hevrêyên me Welat, Kendal, Azad di vê dema dîrokî de li dijî artêşa TC a dagirker bi lehengî şer kirin û navê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê nivîsandin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd bûn eşkere kir. Daxuyaniya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Di daxuyaniya xwe ya 13'ê Tîrmehê de me ragihandibûn ku 2'ê Tîrmehê li qada Axula ya navçeya Payîzava ya Wanê, di operasyona dagirkeriyê ya artêşa TC a dagirker de di navbera hêzên me û dijmin de şer qewimî. Di vî şerî de hevalên me Azad, Kendal û Welat şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevalên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Azad Serhat

Nav paşnav: Tahsîn Genez

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Harbiye-Halîs

Dem û cihê şehadetê: 2'ê Tîrmeha 2020'an / Wan

Nasnav: Kendal Îbrahîm

Nav paşnav: Îlyas Dûran

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Xeme-Kûtbettîn

Dem û cihê şehadetê: 2'ê Tîrmeha 2020'an / Wan

Nasnav: Welat Malazgîrt

Nav paşnav: Firat Goren

Cihê jidayikbûnê: Mûş

Dayik-Bav: Kûdret-Alî

Dem û cihê şehadetê: 2'ê Tîrmeha 2020'an / Wan

Dewletê dagirker ji bo sîstema xwe ya mêtingeriyê ya li ser Kurdistanê bidomînin û kiryarên xwe yên tunekirinê binixumînin her tim konseptên cuda bi kar anîne. Di her dema girîng de, her gava ku em nêzî azadiyê dibin, dagirker bi konseptên nû yên tunekirinê hewl dan têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd asteng bikin. Tevgera Azadiyê heta niha ne tenê li dijî dijmin her wiha li dijî noker û paşverûyan jî têkoşîneke mezin meşandine. Di her dema ku dagirker tên têkbirin û em nêzî azadiyê dibin, noker û zîhniyeta paşverû bi hewara dagirkeran ve diçe. Fedayiyên Apoyî xwedî hişmendiyeke kûr a dîrokê ne û ti carî hevrêyên xwe yên bi xiyanetê şehîd bûne ji bîr nake, zû yan jî dereng tola wan hiltînin. Divê ev yek bê zanîn.

Di vê serdemê de ku artêşa fedayî ya Apoger ber bi serfiraziyê ve dimşe û li kozikên berxwedanê dastanan dinivisîne şehîdên me yên leheng ên ku bi fedayî li ber xwe didin, nîşan didin ku ti tişt li pêşiya azadiya gelê Kurd wê nikaribe bibe asteng. Hevrêyên me Welat, Kendal û Azad ku li ser vê xeta fedayî dimeşin, di vê serdema dîrokî de bi lehengî li dijî artêşa TC'ê ya dagirker şer kirine û navê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê nivisîne.

Hevrêyên em Welat, Kendal û Azad her yek ji wan ji herêmên cuda yên Kurdistanê ne, bi welatparêziya Kurdistanê mezin bûne û her demê dagirkeriya li ser Kurdistanê, zilma li ser Kurdan hîs kirine. Hevrêyên me ku ev rastiya dagirkirinê û mêtingeriyê dîtine tevlî yekane rêya serfiraziya Têkoşîna Azadiyê bûne. Di demeke kurt de bûne gerîlayên profesyonel û di kozikên berxwedanê de ji bo ku li herî pêş bin hewldaneke mezin dan. Li Botanê demeke dirêj di nav eniya berxwedanê de mane û mîrateya Adil û Nûda bi rihê fedayî tacîdar kirine. Her cure peywir û berpirsyariyên xwe bi serkeftî bi cih anîne û bi dilnizmiya xwe ya nav jiyanê, bi helwesta xwe ya têkoşerî ji hevrêyên xwe re bûne kana moralê. Hevrêyên me Welat, Kendal û Azad bi lehengiya li dijî artêşa dagirker û bi helwestên we ya fedayî ya Apogerî fermanê didin me ku em di rêya serfiraziyê de bibezin.

Bi vê çarçoweyê di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên leheng, em sersaxiyê didine hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz û sond diwin ku keda şehîdên me bi serfiraziyê tacîdar bikin.''