HPG'ê 3 gerîlayên bi çekên kîmyewî li Avaşînê şehîd bûn bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê 3 gerîlayên li qada berxwedanê ya Girê Sor a Avaşînê 3'ê Îlonê bi êrişa çeka kîmyewî şehîd bûn, bi bîr anî.

Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Di daxuyaniya xwe ya 15'ê Îlona 2021'ê de me ragihandibû ku 3'ê Îlonê artêşa Tirk a mêtinger ji ber ku nekarî li pêşberî berxwedana dîrokî ya Gerîlayên Azadiyê ya Kurdistanê encamê bi dest bixe, li qada berxwedanê ya Girê Sor serî li rê û rêbazên dijî mirovahiyê da, gazên kîmyewî bi kar anî û di vê êrişê de 3 hevrêyên me şehîd bûn."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hevrêyên me Botan, Zinarîn û Delal ku li qada berxwedanê ya Girê Sor bi berxwedana xwe ya destanî rûpeleke nû li dîroka azadiyê ya gelê me zêde kirin, di meşa serketinê de wê weke çavkaniya herî mezin a hêz û moralê ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bêne bîranîn û bibin hinceta me ya ji bo têkoşînê."

Agahiyên li ser nasnameya 3 gerîlayên şehîd bûn wiha ne.

Nasnav: Botan Ozgur
Nav paşnav: Celal Ozcan
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Sadiya-Kemal
Dem û cihê şehadetê: 3'ê Îlona 2021 / Avaşîn

Nasnav: Zinarîn Welat
Nav paşnav: Rama Şemdîn
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Dayik-Bav: Aklîma-Serbest
Dem û cihê şehadetê: 3'ê Îlona 2021 / Avaşîn

Nasnav: Delal Qamişlo
Nav paşnav: Hîva Mamo
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Dayik-Bav: Hamîde-Îsmaîl
Dem û cihê şehadetê: 3'ê Îlona 2021 / Avaşîn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerîlayên şehîd bûn ev daxuyanî da:

BOTAN OZGUR

"Hevrêyê me Botan li navçeya Elbax a Wanê ku qadeke ji çanda welatparêziyê ye, ji dayik bû û lê mezin bû. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê zû nas kir û piştî ku biryarê wî tevlî nava refên gerîla bû gihîşt asteke biryardanê û bi rengekî çalak di sala 2004'an de tevlî nava karên şoreşê bû. Her ku di nava Têkoşîna me ya Azadiyê de kar kir, bêhtir bala wî çû ser Felsefeya Rêber Apo û hewl da bi kûrahî fêhm bike. Li dijî siyaseta înkar û îmhayê ya artêşa Tirk a dagirker a li ser gelê me, hevrêyê me Botan berê xwe da nava refên gerîla û xeta xwe ya têkoşînê xurtir kir.

Hevrêyê me Botan sala 2012'an tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû, zû hînî gerîla bû û bû fermandarek. Demeke dirêj li qada zehmet a Zagrosê gerîlatî kir. Ji roja ku tevlî bû û pê ve bi baweriyeke mezin têkoşiya, xeta Rêbertî timî ji xwe re kir esas û bi kesayetiya xwe ya kedkar li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê, li nava jiyanê jî bû çavkaniyeke mezin a hêz û moralê. Hevrêyê me Botan ku li ser xeta Rêber Apo û şehîdên me yên pîroz bû xwedî meşeke bêteredût, bi tevlîbûna xwe ya bi rengê milîtanî her timî nirxên partiya me parast. 7 salan li herêma Avaşînê kar kir û bi daxwazeke mezin bi cografya Avaşînê ve hate girêdan, ku heyranê wê bû. Li Avaşînê di asta pêşengiyê de tevlî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû. Herî dawî li qada berxwedanê ya Girê Sor bi roleke dîrokî rabû û pêşengî ji berxwedanê re kir. Taktîkên gerîlatiya serdema nû xiste meriyetê ku êrişên dewleta Tirk a dagirker faşîst pûç dike û bû yek ji wan hevrêyên me ku xeta me ya serketinê li qadê serwer kir. Tevî ku birîndar bû ji bo kêliyekê jî xwe ji eniya şer venegirt û heta ku bi êrişa nemerdane ya dewleta Tirk a dagirker a bi çekên kîmyewî şehîd bibe, bi ruhê milîtaniya Apoyî şer kir û bû çavkaniyeke hêzê ji bo hevrêyên xwe re. Hevrêyê me Botan wê di têkoşîna me ya jiyan û şer de her tim rêya me ronî bike.

ZINARÎN WELAT

Hevrêya me Zinarîn li Hesekê ya welatparêz ji dayik bû, ku ev herêm bi rengekî girseyî tevlî Şoreşa Azadiyê ya Rojava bû û ji roja destpêkê ve xwedî li şoreşê derdikeve. Li nava malbateke welatparêz mezin bû ku her demê tevkarî li têkoşîna me kir. Lewma hevrêya me Zinarîn zû têkoşîna azadiyê ya gelê me nas kir. Hevrêya me Zinarîn ku tevlî karên çand û hunerê bû û bi nasnameya xwe ya hilberîner gelek karên serketî kir, weke jineke ciwan îdeolojiya Rêber Apo ya azadiya jinê nas kir û baweriya xwe bi wê anî ku paşerojeke azad tenê bi têkoşîneke bênavber dikare bê bidestxistin.

Sala 2013'an tevlî nava refên gerîla bû, li gelek herêma gerîlatî kir û bi daxwaza gerîlatiya li Zagrosan berê xwe da Avaşînê. Hevrêya me Zinarîn li ser xeta PKK û PAJK'ê hewl da xwe şareza bike, her tim di nava kûrbûneke mezin de bû û tiştên hîn dibû yekser dixist meriyetê û bi hevrêyên xwe re parve dikir. Hevrêya me di şer û jiyanê de bi erka pêşengiyê rabû û li her qadê pêşengî kir. Di demeke kurt de bû fermandarek û bi xurtî tevlî şer bû. Hevrêya me Zinarîn li herêma Avaşînê bi rengekî serketî tevlî gelek çalakiyên li dijî artêşa Tirk a dagirker bû û li qada berxwedanê ya Girê Sor bû yek ji pêşengên berxwedana xurt a jinên Kurd ên azad. Felsefeya Rêber Apo di şexsê xwe de şênber kir û bû sembola sekna milîtaniya mînak. Hevrêya me Zinarîn li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi her cûre teknîkê û çekên kîmyewî, heta dawiyê li ber xwe da û cihê xwe di nava dîroka berxwedêr a gelê me de girt.

DELAL QAMIŞLO

Hevrêya me Delal li bajarê Qamişlo yê welatparêz ji dayik bû ku bi Şoreşa Rojava re azad bû. Li nava malbateke welatparêz mezin bû. Hevrêya me Delal ku li nava Şoreşa Azadiyê ya Rojava mezin bû, weke jineke Kurd a ciwan li dijî çeteyên DAÎŞ'ê yên faşîst şer kir û li refên herî pêş tevlî pêngavên azadkirina xaka Rojava bû. Hêza şoreşger a jinê ya bi felsefeya azadiyê ya Rêber Apo xemilandî ji nêz ve dît û xwest bibe parçeyek ji vê yekê. Hevrêya me Delal Îdeolojiya Azadiyê ya Jinê ji xwe re kir esas û li ser vê bingehê xwe kûr kir. Bi tevlîbûna li nava refên gerîla têkoşîna xwe li çiyayên azad ên Kurdistanê dewam kir. Tevî temenê xwe yê ciwan di demeke kurt de di gerîlatiyê de bû pispor. Bi eneriya xwe, bi kesayetiya xwe ya kedkar û dilsoziya xwe ya bi hevrêtiyê hate naskirin. Bi pratîka li herêma Avaşînê tevlî gelek çalakiyan bû yên ku derbên giran li artêşa Tirk a dagirker hate xistin. Weke milîtaneke leheng a xeta PAJK'ê erk û berpirsyariyên xwe bi rengekî serketî bi cih anî. Di dema berxwedana Girê Sor de ji ber êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ku sûcdarê şer e, hevrêya me Delal şehîd bû. Xeta berxwedanê ya hevrêya me Delal wê ji aliyê me hevrêyên wê ve bi serketinê bê tacîdarkirin.

Hevrêyên me Botan, Zinarîn û Delal li dijî êrişên derveyî mirovahiyê yên artêşa Tirk a mêtinger, bi îradeya xurt a Apoyî berxwedaneke destanî ya bi mehan meşandin. Bi vê berxwedana xwe bûn abîdeyek rûmetê li nava mirovahiya pêşverû û Kurdên azad. Em sersaxiyê ji malbatên hêja yên van hevrêyên xwe yên hêja re dixwazin, sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku armanca 'Rêberê azad, Kurdistana azad' pêk bînin ku xewn û xeyalên şehîdan bû."