Hikumeta nû ya Brîtanyayê ava bû

Theresa May, ku di hilbijartinên giştî de 13 kursî winda kir û neçar ma hikumeta hindikanî ava bike, desteya xwe ya nû ava kir.

Li gorî lîsteya ku ji aliyê May ve hate eşkerekirin, piraniya wezîrên berê li şûna xwe man. May, di daxuyaniya xwe ya têkildarî hikukmeta nû de got, karê wan ê sereke wê danûstandinên li ser Brexîtê be.

Ji bo polîtîkayên Theresa May li meclîsê werin qebûlkirin, pêwîstî bi erêkirina 8 parlamenterên ji derve heye. Partiya Mûxafazakar wê ji bo vê yekê destekê ji Partiya Yekîtiya Demokratîk a Bakurê Îrlandayê bigire, ku partiyeke rastgir e. 10 parlamenterên Partiya Yekîtiya Demokratîk hene.