Hevrikê Talîbanan hate kuştin: Dibe ku metirsî zêde bibe

Tê gotin, kuştina Abdul Razik Axakzayî ku li dijî Talîbanan têdikoşiya, wê bibe sedem ku rêveberiya navendî qels bibe.

Piştî ku yekîneyên NATO'yê bi pêşengiya DYA'yê sala 2001'ê dest li Afganîstanê werda, Talîban bi giranî têk çû. Lê piştî ku hêzên NATO'yê xwe bi giranî ji vî welatî vekişandin, Talîban li gelek wîlayetan dîsa bi ser xwe ve hat û bû xwedî bandor. Talîbanan salên dawî li gelek wîlayetan êrîşên xwe zêde kir. Herî zêde jî li Kandahar a li ser sînorê Pakîstanê ye derket pêş.

KUŞTINA GENERAL DIBE KU PÊŞÎ LI TALÎBANAN VEKE

Doh hatibû ragihandin ku yek ji fermandarên girîng ên Kandaharê General Abdul Razik Axakzayî hatiye kuştin.

Abdul Razik ku bi helwesta xwe ya tund a li dijî Talîbanan tê naskirin, tê sûcdarkirin ku li wîlayetê nêzî 3 hezar endamên Talîbanê kuştiye. Gelek caran bû hedefa sûîqestê ya Talîbanan.

Talîbanan doh endamên xwe yên çekdar xiste nava civîneke leşkerî ya payebilind û general kuştin.

Dîplomatekî biyanî yê li Afganîstanê wezîfeyê dike, mijar nirxand û got, "Yê ku Kandahar ewle dikir ew bû."

Li gel gelek îdîayên êşkenceyê jî, dihate zanîn ku di navbera general Abdul Razik û fermandarê hêzên NATO û Amerîkayê General Scott Mîller de hevkariyeke xurt hebû.