Hevdîtinên li Astanayê taloq bûn
Hevdîtinên li ser Sûriyeyê, ku dihat payin di 12-13'ê Hezîranê de li paytexta Kazakîstan Astanayê werin kirin, careke din taloq bûn.
Hevdîtinên li ser Sûriyeyê, ku dihat payin di 12-13'ê Hezîranê de li paytexta Kazakîstan Astanayê werin kirin, careke din taloq bûn.
Hevdîtinên li Astanayê ku bi pêşengiya Rûsyayê û bi garantoriya Îran û Tirkiyeyê tên kirin, hê jî xitimî ne. Dihat payin ku hevdîtin di 12-13'ê Hezîranê de bihata kirin, lê dîsa taloq bû.
Çavdêrên siyasî jê bawerin, ku hevdîtinên li Astanayê wê şerê navxweyî yê li Sûriyeyê çareser nekin. Ji bo van hevdîtinên navborî, Kurd û Hêzên Bakurê Sûriyeyê nayên vexwendin. Tenê komên çete yên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan tevlî civînên li Astanayê dibin.
Civîna destpêkê ya li Astanayê, di 23'ê Çileyê de hatibû kirin.