Her roj 15 hezar welatiyên Efrîqa malên xwe terk dikin

Ji ber şerê li parzemîna Efrîqayê her roj 15 hezar welatiyên Efrîqî mecbûr dimînin ku malên xwe biterikînin.

Di navbera meha Çile û Hezîranê de bi giştî 2,7 mîlyon welatiyên Efrîqî mecbûrî koçberiyê man. Ev agahiyên hanê di rapora Saziya Çavdêriya Rewşa Kar Koçberiyê ya girêdayî Konseya Penaberan a Norveçê de cih girt.

Saziya Çavdêriyê wiha got; “Ev kesên han ji ber ji şer, şîddet û felaketê birevin mecbûr man ku malên xwe biterikînin.”

Di raporê de hate gotin ku ev kesên ji malên xwe direvin tu caran sînorên navneteweyî derbas nekirine.

Bandora şer herî zêde li Komara Kongo ya Demokratîk, Nîjerya û Sûdana Başûr çêbûye.

Bi giştî jî herî zêde Rojhilatê Efrîqa bedelên giran daye. Li vê şerêmê şerên li Somalî, Sûdan û Başûrê Sûdan derdikeve pêş.

Di nava 6 mehên salê de li Komara Kongo ya Demokratîk tenê ji ber şer 997 hezar kes koçber bûn.