Her diçe bîlançoya Covîd-19 zêdetir dibe

Li tevahî cîhanê 2 milyon û 750 kes bi şewba Koronayê ketiye, 200 hezar kes jî mirine.

Li gorî saeta Ewropa saet 15:00’an û şûnde ji ber pandemiya Covîd-19 li tevahî cîhanê 2 milyon û 748 kes bi şewbê ketine û 192 hezar jî mirine.

Piraniya hejmara zêde li Ewropayê welatî bi şewbê ketine. Li Ewropayê 1 milyon 748 hezar û 248 kes bi şewbê ketine, 116 hezar û 220 kes jî mirine.

Li DYE’yê 886 hezar û 709 kes bi şewbê ketine, 50 hezar û 243 kes jî mirine. Piştre bi rêzê ve Spanya, Îtalya û Fransa, Elmanya, Qiraltiya Yekbûyî û Tirkiye tê.

CERIBÎNÊN ÇÎNÊ

Li gorî daxuyaniya Sînovac Bîotech ku yek ji mezintirîn şîrketên sektora dermanan e, derziya ku tê de hêmanên patojen ên bêbandor ên vîrûsê hatin bikaranîn, li ser heyşt meymûnên Hînt hate bikaranîn. Hate ragihandin ku meymûn piştî sê hefteyan bi rengekî sûnî enfekte bûn.

Labûratûwara Çînî ragihand ku derziya ceribandî yekemcar bi rengekî berfireh meymûn ji vîrûsa koronayê parastin.

Encamên lêkolînê li malpera bîoRxîvê hate weşandin. Li gorî vê yekê, "Di asteke bilind de derzî li çar meymûnan hate xistin. 7 roj piştî ku bi vîrûsê ketin, li gurçikên meymûnan vîrûs nehate dîtin."

TIRKIYE

Li Tirkiyeyê li gorî daneyên duh 101 hezar û 790 kes bi şewbê ketine, 2 hezar û 491 kes jî mirine.

HDP

Her diçe Kampanyaya Xwişk û Bira ya HDP’ê dayî destpêkirin li welat û cîhanê mezin û belav dibe. Desthilata AKP-MHP’ê ya vê dibîne alîkariyên HDP’ê yên pêşkêşî gel dikin asteng dikin, kesên alîkarî jî belav dikin destgîr dikin.

GIRTÎGEH

Desthilata AKP-MHP’ê bi qanûna înfazê ya li Meclîsê erê kir, girtiyên siyasî terkî mirinê kirine. Koordînasyona Krîzê ya Herêmê ya Covîd-19 bal kişand ser rîska li girtîgehan û got: “Eger ku şewb li girtîgehan belav bibe, wê nikaribe bê kontrolkirin. divê tavilê girtî bên berdan.”

Parlementera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hamîtoglû diyar kir ku tevlî li ser 26 girtiyên li Girtîgeha Tîpa L ya Kalkandere ya Rîzeyê şopên vîrûsê hene jî, lê ranakin nexwexaneyê bire Meclîsê.

BÎLANÇOYÊN COVÎD-19 YA LI HENEK WELATAN

DYE: 886 hezar kes pêketine, 50 hezar û 200 kes zêdetir jî mirine.

ÎTALYA:190 hezar pêketine, 25 hezar û 500 jî mirine.

SPANYA:220 hezar kes pêketine, 22 hezar û 500 mirine. 100 hezar jî tên dermankirin.

FRANSA:160 hezar kes pêketine, 22 hezar mirine.

ÎNGÎLTERE: 140 hezar pêketine, 18 hezar û 738 hezar jî mirine.

ELMANYA: 153 hezar pêketine, 5 hezar û 575 kes mirine. 40 hezar jî tên dermankirin.

HOLLANDA: 36 hezar û 500 kes pêketine, 4 hezar û 300 kes mirine. 32 hezar jî tên dermankirin.

BELÇÎKA: 44 hezar 393 kes pêketine, 6 hezar û 679 kes kes mirine. 28 hezar jî tên dermankirin.

SWÎSRE: 28 hezar kes pêketine, 1 hezar û 551 kes mirine, 6 hezar û 500 kes jî tên dermankirin.

ÎRAN: 88 hezar kes pêketine, 5 hezar û 574 kes mirine.