Hejmara rêwiyên hewayî wê bi 1.2 milyar mirovî kêm bibe

Rêxistina Hewakariya Sivîl a Navneteweyî (ICAO) texmîna wê yekê kir ku heta meha Îlonê hejmara rêwiyên hewayî bi 1.2 milyar mirovî kêm bibe.

ICAO ku ser bi Neteweyên Yekbûyî ve ye bi daxuyaniyekê diyar kir, "Hejmara giştî ya rêwiyên hewayî yên navneteweyî heta Îlona 2020'an dikare bi 1.2 milyar mirovî kêm bibe."

Li gorî texmîna ICAO'yê hejmara rêwiyan wê bi giranî li Ewropayê kêm bibe û ev yek jî wê di dema betlaneyê de diyar bibe. Piştî Ewropayê wê li Asya Pasîfîk hejmara rêwiyan kêm bibe.

Li gorî heman daxuyaniyê, kapasîteya şîrketên rêyên hewayî jî wê gelekî kêm bibe. Di 9 mehên destpêkê yên îsal de şîrketên rêyên hewayî wê ji 160 heta 253 milyar dolarî windahiyên xwe çêbibin.