Hejmara mirovên li Meksîkayê di teqînê de jiyana xwe ji dest dan, bû 35 kes
Hejmara mirovên li bazareke fîşekên hewayî ya li Meksîkayê di teqîna roja Sêşemê de jiyana xwe ji dest dan, gihîşt 35 kesan.
Hejmara mirovên li bazareke fîşekên hewayî ya li Meksîkayê di teqîna roja Sêşemê de jiyana xwe ji dest dan, gihîşt 35 kesan.
Teqîn li bazareke li Tûltepec a li bakurê paytext Meksîkoyê rû da bû. Di vê teqînê de 26 kesan jiyana xwe ji dest da bûn, bi dehan kes jî birîndar bû bûn.
Dozgerê Eyaleta Meksîko Alejandro Gomez li ser teqînê agahî da û diyar kir, 9 ji birîndaran li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dane. Gomez got, rewşa gelek ji 60 birîndarên li nexweşxaneyê tên dermankirin, giran e.