Hejmara kesên li Sirînê hatin qetilkirin derket 12’an
Hejmara sivîlên di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser bazara gel a Sirînê de hatin qetilkirin derket 12’an.
Hejmara sivîlên di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser bazara gel a Sirînê de hatin qetilkirin derket 12’an.
Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov cihê bazarekî ya li navenda bajarê Sirînê bombebaran kir. Li gorî agahiyên destpêkê 6 kes hatibûn qetilkirin û gelek kes birîndar bibûn.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, hejmara kesên hatine qetilkirin derket 12’an û 13 kes jî birîndar bûne.