Hejmara kesên ji ber Koronayê mirin 200 hezarî derbas kir

Li gelemperiya cîhanê 3 milyon kes bi şewba Koronayê ketiye û zêdetirî 200 hezar kes jî mirine. Li Tirkiyeyê jî yên nan li gel parve dikin û desthilata AKP-MHP’ê rexne jî dike tên destgîrkirin.

Li gorî malpera Wolomenterê li gorî saeta Ewropa saet 15:00’an û şûn ve şewba Covîd-19 belavî 193 welat û herêman bûye û zêdetirî 3 milyon û 13 hezar kes bi şewbê ketine. Li gorî Zanîngeha Johns Hopkîns a li gorî heman saetê jî 2 milyon û 989 hezar kes bi şewbê ketine.

Li gorî herdu çavkaniyan 207 hezar zêdetir kes mirine, ji vê 55 hezar ji DYE’yê ye. Li gelemperiya Ewropayê jî 1 milyon û 300 hezar kes bi şewbê ketine, 122 kes zêdetir jî mirine.

TIRKIYE

Li gorî rayedarên tirk 110 hezar û 130 kes bi şewbê ketine û 2 hezar û 805 kes jî mirine.

Li gel van daneyan ji tenduristvanan bigirin heta gelek çapemenî diyar dikin ku Tirkiye daneyên rastî nabêje û fikarên xwe yên li ser vê radigihînin. Desthilat daneyên miriyan bi şêwazên nexweşiyên cihê radigihîne û berovajî dike.

Li Taxa Yûnûsoglû ya girêdayî navçeya Yuregîr a Edeneyê 3 kesên ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê ya CHP’ê ku nan li welatiyan belav dikirin, hatin destgîrkirin.

GIRTÎGEH

Li girtîgehan girtiyên siyasî terkî mirin hatine kirin, tê diyarkirin ku tedbîrên cidî nehatine girtin.

Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya Malbatên Girtiyan a Med (MED TUHAD-FED) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), duyemîn Bultena Heftane ya Girtîgehan a Covîd-19 parve kirin. Bulten, di encama hevdîtinên li girtîgehan hatin kirin, fakx û nameyên girtiyan şandin û agahiyên xizmetên girtiyan dan de, hat amedekirin.

Ji kontrolkirinê bergiriyên vîrûsa koronayê ji parêzer, rexistinen mafên mirovan û nûnerên hikûmetê heyetek bê avakirin û Girtîgeha Îmraliyê jî di nav de biçe girtîgehan kontrolan pêk bîne.

Mafê 20 deqe yê axaftina bi telefonê ku ji hemû girtiyan re hatiye nasin, divê ji bo girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê jî bê nasîn. Ji berk u gelek fikar hene divê parêzer biçin Îmraliyê û hevdîtinek bikin.

BÎLANÇOYA ŞEWBA COVÎD-19 A LI HINEK WELATAN

DYE: 987 Hhezar kes bi şewbê ketine, 55 hezar û 400 kes jî mirine.

ÎTALYA: 197 Hezar pêketine, 26 hezar û 644 kes jî mirine.

SPANYA: 230 hezar pêketine, 23 hezar û 500 kes mirine.

FRANSA: 162 hezar pêketine, 22 hezar û 850 kes jî mirine.

ÎNGÎLTRERE: 153 hezar kes pêketine, 20 hezar û 700 kes mirine. Serokwezîrê Îngîltere Borîs Johnson ê 5’ê Nîsanê bi şewbê ketibû û rakiribûn Nexweşxaneya St.Thomas a li Londanê 12’ê Nîsanê ji nexwexaneyê derketb û duh vegeriya avahiya Serokwezîrtiyê ya li Downîng Streetê.

ELMANYA: 153 hezar kes pê ketine, 5 hezar û 984 kes jî mirine.

HOLLANDA: 38 hezar û 245 kes bi şewbê ketine, 4 hezar û 518 kes jî mirin. 33 hezar jî tên dermankirin.

SWÎSRE: 29 hezar û 146 kes bi şewbê ketine. 1 hezar û 640 kes mirine. 5 herzar û 700 kes jî tên dermankirin.

BELÇÎKA: 47 hezar bi şewbê ketine, 7 hezar û 200 kes mirine. 29 hezar jî tên dermankirin.

ÎRAN: 91 Hezar û 472 kes bi şewbê ketine, 5 hezar û 806 kes mirine. Çavkaniyên muxalefetê jî diyar dikin ku 35 hezar kes mirine.