Hefter beriya konferansa Berlînê serdana Atînayê kir

Xelîfe Hefter ku rojhilatê Lîbyayê kontrol dike, beriya konferansa Berlînê ya 19'ê Çileyê bi rengekî surprîz serdana Atînayê kir.

Piştî ku dewleta Tirk di dawiya meha Mijdarê de bi hikumeta Trablûsê re peyman îme kir, Yewnanistanê jî têkiliyên xwe yên bi Hefter re zêde kir. Dewleta Tirk bi rêya peymanên îmzekirî dixwaze li ser çavkaniyên hîdrokarbon ên dewlemend ên li rojhilatê Derya Spî daxwaza maf bike.

Lîbya ku xwedî rezervên petrolê yên girîngtirîn ên Efrîkayê ye, ji sala 2011'an ve di nava kaosê de ye. Mûhammed Kaddafî bi destwerdaneke bi serkêşiya Fransa, DYE û Îngilistanê bi rengekî giran hatibû têkbirin.

Hefter bi balafireke taybet êvara Pêncşemê gihîşt Atînayê. Li oteleke li paytext Atînayê Hefter û Wezîrê Karên Derve yê Yewnanistanê Nîkos Dendîas li ser hev rûniştin. Şefê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê Hefter wê di nava rojê de bi Serokwezîr Kîrîakos Mîçotakîs re jî li buroya parlamentê hevdîtinê bike.

BERLÎNÊ ÇIMA ATÎNA VENEXWEND

Ev hevdîtin beriya konferansa 19'ê Çileyê ya li Berlînê pêk hat. Yewnanistan hîn ji bo konferansê nehatiye vexwendin. Berdevkê hikumeta Yewnan Stelîos Petsas got, "Yewnanistan ji bo tevlî bibe (konferans) wê zextê bike." Petsas destnîşan kir ku welatê wan dixwaze di her pêvajoyeke têkildarî herêma Derya Spî de xwedî rol be.