Hayabûsa xwe gihand meteor: Wê li çavkaniya jiyanê bigere

Alava lêkolîna fezayî ya Japonyayê Hayabûsa 2 xwe gihand meteorê ku berê xwe dabû. Hayabûsa wê li ser avabûna sîstema rojê û çavkaniya jiyanê agahiyan bide hev.

Hayabûsa 2, piştî rêwîtiya ji sê salan roja Çarşemê saet 02:35'an bi 20 kîlometreyan xwe nêzî meteorê bi navê Ryûgû kir. Ryûgû bi 280 milyon kîlometreyî dûrî cîhanê ye.

Hayabûsa wê bi dijwarî cismekî biavêje meteor Ryûgû, bi vî rengî li ser rûyê meteor rê li ber pêleke şoqê veke û hewl bide hûrikên ji erdê meteor bide hev.

Hayabûsa 2, ji dûrahiya bi 40 kîlometreyî wêneyê meteor kişand û şand. Yûîchî Tsûda got, "Krater xuya dikin, teht jî. Rewşa erdnîgarî li her deverên meteor mîna hev nîne."

Wezîfeya bingehîn a Hayabûsa ew e ku li vî meteorê av û karbon lê hene, tozê kom bike û bi vî rengî li ser madeyên şilavî û organîk ên destpêka sîstema rojê agahiyan bide hev. Çav li rê ye ku Hayabûsa sala 2020'î vegere.

Tê payin ku Hayabûsa robotekî bi navê Mînerva 2 û analîzaorekî xweser ê bi navê Mascot li ser meteor deyne. Robotê ku emrê xwe tenê 12 saet e, wê ji bo naskirina pêkhateyên mîneralojîk ên li ser rûyê meteor çar amûran bi kar bîne.