Greva birçîbûnê ya li Adiyegê didome

Greva birçîbûnê ya li Adigeyê ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, didome.

Li Komara Xweser a Adigeyê ya Federasyona Rûsyayê, bi pêşengiya Komeleya Çanda Kurd a Adigeyê û Organîzasyona Jinên Kurd a Adigeyê - Bêrîtan, 4 roj in greva birçîbûnê didome.

Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) yê li Rûsyayê Feyzo Huseyîn li cihê çalakiyê axivî û got, "Tevî şert û mercên giran, gelê me xwedî li îrade û rêberê xwe derdikeve. Bi grevên birçîbûnê re careke din eşkere bû ku gelê Kurd di têkoşînê de çiqasî biryardar e. Em bang li Kurdan hemûyan û hêzên demokratîk dikin ku li dijî dewleta Tirk a faşîst û desthilatdariya Erdogan-Bahçelî têbikoşin."

Kurdên li herêmê serdana çalakgeran dikin.