Goteborgê rê neda Nazîzmê

Xwepêşandana nîjadperestî ya Tevgera Berxwedana Bakur a Neo-Nazî ya li bajarê Goteborg ê Swêdê, li bin guhê berxwedana xurt ket. Gelê Goteborgê bendên polîsan xera kir, ber bi kolana ku nîjadperest lê bimeşin meşiya û rê neda Nazîzmê.

Tevgera Berxwedana Bakur a Nazî, ku koma nîjadperest a herî êrîşkar a Skandînavyayê ye, di Yom Kîpûr de ku roja pîroz a Yahûdiyan e, li nêzî Fûara Pirtûkan a Goteborgê bi dirûşma "Li dijî xayinên welêt rabin ser piyan" li dijî koçber û nîjadperestan xwepêşandaneke nîjadperestî pêk anîn.

Ji ber ku polîsan destûr dan vê xwepêşandana provokatîf, komên li dijî nîjadperestiyê, partiyên siyasî, dêr û rêxistinên Yahûdiyan nerazîbûn nîşan dan. Li Goteborgê, ji bo şermezarkirina Naziyan, 11 pêkhateyên cuda xwepêşandanek li dar xistin.

HAT XWESTIN KU RÊXISTINÊN NAZÎ WERIN QEDEXEKIRIN

Di xwepêşandanê de ku ji aliyê dêr, hunermend, komên li dijî nîjadperestiyê û partiyên siyasî ve hate lidarxistin, polîsên ku destûr dan xwepêşandana Naziyan hatin şermezarkirin. Her wiha bang hate kirin ku rêxistinên Nazî û nîjadperest werin qedexekirin.

Duh li taxa Heden a li nêzî Fûara Pirtûkan a Goteborgê, bi hezaran kes li hev civiyan. Girseya gel ji bo aştî û biratiyê stran gotin û dirûşmên "Em naxwazin li kolanên me nîjadperest hebin", "Ti kes îllegal nîne", "Penaber bila bên, Nazî bila biçin", qîriyan.

PIŞTGIRIYA BI TEVGERA AZADIYÊ YA KURD RE

Komîteya Rojava û komek ji Kurdistaniyan bi alên PKK, KCK, YPG/YPJ'ê tevlî xwepêşandanê bûn. Ji Komîteya Rojava Alexander Rîndbeck anî ziman ku ji bo piştgiriyê bide Tevgera Azadiyê ya Kurd, wan cihê xwe di nava xwepêşandana li dijî Naziyan girtine.

Rîndbeck got, "Tevgera Berxwedanê ya Bakur a Naziyan û çeteyên DAIŞ'ê dişibin hev. DAIŞ dixwaze sîstemek ji qanûnên şerî ava bike, Tevgera Berxwedanê ya Bakur jî dixwaze sîstemek faşîst ava bike."

Rîndbeck diyar kir, ji ber ku YPG/YPJ li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin, ew jî di meşa dijî Naziyan de alayên YPG/YPJ'ê bilind dikin.

Komek ji hezar kesî ya li semta Hedenê li hev civiyan, ji bendên polîsan derbas bûn û xwe gihandin kolana ku Nazî wê lê bimeşin. Polîs ji bo nehêlin her du kom bên hemberî hev, pêşî li meşa Naziyan girtin û ji wan xwestin ji hev belav bibin. Lê belê ji ber ku nîjadperest belav nebûn, li ser kolanê alozî derket.

Saet di 17:00 de polîsan dest li Naziyan werdan, ew li otobusan siwar kirin û derxistin derveyî bajêr. Di dema bûyeran de, lîderê Tevgera Berxwedana Bakur Sîmon Lîndberg jî di nav de piraniya wan Nazî 50 kes hatin binçavkirin.