Gerîlayên HPG û YJA-Starê: Wê berxwedana Heftanînê mezintir bibe

Gerîlayên HPG û YJA-Starê êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê nirxandin û gotin; "Em ê bi ruhê heval Kasim dagirkeriya li Heftanînê pûç bikin û bi fedayîtiya heval Zîlan dagirkeriyê têk bibin."

Gerîlayên HPG û YJA-Starê êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê nirxandin.

Gerîlayê HPG’ê Bawer Erûh, êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê, berxwedana gerîlayên azadiyê û gelên herêmê nirxand û got; “Ji 2015’an û vir ve dewleta Tirk li hember gelê Kurd, konsepteke şer bi armanca qirkirinê pêk tîne. Dixwazin Başûrê Kurdistanê dagir bikin û di vir de rola hêzên Başûr jî heye. Her roj balafirên şer warên sivîlan bombardûman dike û sivîlan dikujin. Herî dawî jî li Metîna, Çemço 6 welatiyên me hatin qetilkirin. Li hember vê gelê me yê Şeladizê rabûn serhildanê, em wan silav dikin. Gelê me her tim li ber xwe daye û heta niha jî li ber xwe didin. Di êrîşên hewayî de gelek hevalên me jî şehîd dibin. Herî dawî jî heval Kasim Engîn şehîd ket. Beriya wê salek heval Helmet bûbû hedef û niha jî heval Kasim şehîd bû. Em soz didin ku wê tola wan were stendin. Em ê li ber xwe bidin û tola hilînin.”

‘LI HEFTANÎNÊ BERXWEDANEKE BÊHEMPA TÊ MEŞANDIN’

Gerîla Bawer dewama nirxandinê berxwedana gerîlayên azadiyê ya li Heftanînê nirxand û got; “Herî dawî li Heftanînê artêşa Tirk xwest tevgera dagirkeriyê bimeşîne. Di vir de gerîla berxwedaneke bêhempa dimeşîne. Her çiqasî dewleta Tirk di çapemeniyê xwe de rastiyên heyî berovajî nîşan bide jî nikare pêşiya vê berxwedanê û têkçûna xwe jî bigrİe. Dibêjin ‘gerîla nikare tevbigere’ lê gerîla di bin teknîkên herî pêşketî ya dijmin de jî tevdigere, çalakiyên xwe bênavber dewam dike. Di vî şerî de dijmin derbên giran xwar, li Heftanînê 30 leşker zêdetir hatin kuştin. Faşîzma AKP-MHP’ê tengijiye û ji ber vê jî hewl dide bi van êrîşan faşîzma xwe bidomîne. Li ser gelê me jî zext û êrîşên dijwar dimeşînin. Dewleta Tirk faşîzma xwe zêde dike ji ber ku dixwaze pêşiya têkçûna xwe bigire.”

‘ARMANCA DEWLETA TIRK EV E KU HEMÛ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DAGIR BIKE’

Gerîlayê HPG’ê Bawer Erûh di dawiya nirxandinê xwe de serhildana welatiyên Başûrê Kurdistanê nirxand û got; “Di van êrîşan de armanca dewleta Tirk gerîla û PKK’ê nîne, armanc dagirkirina tevahiya Başûrê Kurdistanê ye. Armanca AKP-MHP’ê, di salvegera 100’emîn a Lozanê de zêdekirina sînorên Mîsaki Milî ye. Dixwazin ne tenê qadên gerîla, heta Kerkûkê, Sûlêmaniyê û Musûlê dagir bikin. Li ku derê Kurd hebin dixwazin êrîşî wir bikin. Ev jî taybetmendiyê faşîzmê ye. Mûsolînî, Hîtler û Franko jî wiha bû. Lê faşîzm heta cihekî li ber xwe bide, piştre dawiya wan tê. Faşîzma AKP-MHP’ê di demên xwe yên dawîn de ye. Berxwedana gerîla û ya gelê me yê Başûr, konsepta êrîşên ku li ser gelê me yê Başûrê Kurdistanê tê meşandin wê pûç bike. Jixwe gelê me di helwesta xwe de diyar e. Hêzên Başûr dixwazin pêşiya berxwedana gel bigrin lê herî dawî gelê me yê Şeladizê bi raperîna xwe helwesta xwe zelal kirin. Gerîla, her dem di nava liv û tevgerê de ye. Em ê bi ruhê Egîd û Kasiman her tim li ber xwe bidin.”

‘GERÎLA LI HEFTANÎNÊ BI HÊRSEKE MEZIN LI BER XWE DIDE Û SERKEFTINÊ TÎNE’

Gerîlaya YJA Starê Slava Rojava êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk nirxand û got; “Erîşên dewleta Tirk ya faşîst li ser gelê Kurd û gerîlayên azadiyê bi dijwarî dewam dikin. Herî dawî ji bo dagirkeriyê êrîşî Heftanînê kirin. Bi armanca tinekirina gerîlayên azadiyê êrîşên xwe pêş xistin lê bila baş bizanin ku tevahiya êrîşên faşîzmê wê pûç bibin. Bi hêrseke mezin gerîlayên azadiya Kurdistanê li Heftanînê li ber xwe didin. Bi tolhildana heval Kasim, Amara, Egîd û Mazlûman wê berxwedana Heftanînê her mezin bibe.”

Gerîla Silava dewama nirxandinê xwe de bal kişand hêz û îradeya gerîlayan û wiha got; “Dewleta Tirk şerê taybet dimeşîne lê diyar dibe ku armanca gerîla ev e ku çeteyên AKP û MHP’ê tune bike. Artêşa Tirk di vî şerî de bin ket. Ruxmê teknîkên herî xurt derbên giran xwarine. Berxwedana gerîla rê li pêşiya dagirkeran girt û leşkerên Tirk nekarîn bikevin axên Heftanînê. Ev ji bo wan têkçûneke herî mezin e. Milê Qesrok û Partîzan de çete û leşkerên Tirk derbên giran xwarinm. Gerîla heta dawî li ber xwe dide û bi ser dikeve. Van êrîşa ne tenê ser gerîlayên azadiyê tê meşandin. Armanca êrîşan de tevahiya gelê Kurd heye. Êrîşên ser Şeladizê, Derelok de jî careke din nîşan dide ku tevahiya gelê Kurd di hedefa êrîşan de ye.”

‘BI FEDAÎTIYA HEVAL ZÎLAN EM Ê DAGIRKERIYÊ TINE BIKIN’

Gerîlaya YJA Starê Silava Rojava serhildana gelê Başûrê Kurdistanê silav kir û wiha got; “Em berxwedaniya gelê me yê Şeladizê, Silêmaniyê, Derelokê silav dikin. Divê her derên Başûr û hemû gelê me yê Kurdistanê rabin serhildanê û vê dagirkeriyê qebûl nekin. Heke îro êrîşên dagirkeriyê ya li ser Heftenînê qebûl bikin wê sibe rê li pêşiya dagirkirina Kurdistanê jî vebe. Divê gelê me vê yekê qebûl nekin. Li Amediyê, Şeladizê mirovên sivîl hatin qetlkirin. Şoreşa me berdêlên mezin dixwaze, em amade ne. Em ê bi têkoşîna xwe ve tola hevalên xwe û gelên xwe hilînin û bi ser bikevin. Bi ruhê heval Kasim dagirkeriya li Heftanînê pûç bikin û bi fedayîtiya heval Zîlan em ê dagirkeriyê tine bikin.”