Gerîla TV dîmenê çalakiya Girê Partîzan weşand

Gerîla TV dîmenên çalakiya gerîla ya li dijî Girê Partîzan a Heftenînê ku derbên xurt li leşkerên Tirk da parve kir.

Gerîla TV dîmenên çalakiya li Girê Partîzan ku bi xurtî li qereqolê hate xistin parve kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyê ev agah parve kiribû:

“10’ê Mijdarê saet 08:20’ê hêzên me li Girê Partîzan çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ku bi xurtî li çeper, kozik û konteynirên li gir hate xistin, gelek çadir û konteynir hatin rûxandin. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehatin zelalkirin.”