Gerîla Firmesk Amed qala çalakiya Werxelê kir

Gerîlayê HPG'ê Şiyar Firmesk Amed qala çalakiyeke gerîla kir ku meha Hezîranê li qada Werxelê ya Avaşînê li dijî dagirkeran hate lidarxistin.

Di çalakiyê de ku 20'ê Hezîrana 2021'ê hate lidarxistin, herî kêm 3 leşker hatibûn kuştin. Di dîmenekî de ku Gerîla TV weşand, gerîla Şiyar Firmesk Amed qala vê çalakiyê kir.

Firmesk Amed anî ziman ku mehek beriya çalakiyê ew hate Avaşînê û diyar kir ku çeka bi kar dianîn giran bû, lewma çalakî di nava şert û mercên zehmet de hate kirin.

Firmesk Amed ragihand ku dewleta Tirk a dagirker êrişên hewayî, topbaran û droneyan gelekî bi kar tîne û got, "Dema ku em çûn çalakiyê me dît ku li vê herêmê her tişt di nava şert û mercên gelekî giran de tê kirin (...) Barê me gelekî giran bû. Derdora 30 kîloyî bû. Ji xwe Zagros û Avaşîn bi zor û zehmetiyên xwe tê naskirin."

Firmesk Amed diyar kir ku di nava şert û mercên operasyonê de lidarxistin çalakiyan ne hêsan e û got, "Erzaqê me, ava me kêm bû. Lê belê berê me li çalakiyê bû. Dema ku li dîmen tê temaşekirin tê gotin ku 'çalakiyeke gelekî bedew e'. Lê belê ya girîng amadekariya vê çalakiyê ye. Ya rast barê me gelekî giran bû; em bi 20 metreyan dimeşiyan, neçar bûn ku nîv saetê rawestin, bi 100 metreyî dimeşiyan neçar diman ku bi saetekê bêhnê vedin. Rêya ku em te de derbas dibûn hemû zinar bû. Dema ku em hildikişiyan du gav diavêt, gavek jî bi paş ve diavêt. Di vir de ya girîng ew bû ku di çalakiyê de em bi biryar bûn."

Firmesk Amed got, "Çalakiya ku me kir çalakiyeke taybet bû. Timî banga teslîmiyetê li tunelên şer dihate kirin, gazên kîmyewî bi kar dianîn, gotinên erzan mîna 'werin em ê avê bidin we' dikirin. Me ev çalakî weke bersiva li vê yekê kir. Yanî me bersiv da banga wan a ji bo teslîmiyetê."

Firmesk Amed destnîşan kir ku ev çalakî ji bo bîranîna şervanê Ereb ê şehîd ket Canpolat hate kirin.