Gelo DYA li Sûriyeyê amadekariya şerekî bê dem dike?
Li DYA’yê rêveberiya Trûmp peyama heta ku hebûna Îranê li xaka Sûriyeyê hebe wê ji Sûriyeyê dernekeve, da. Ev daxuyanî weke ku DYA li Sûriyeyê amadekairya şerekî bê dem dike hate pênasekirin.
Li DYA’yê rêveberiya Trûmp peyama heta ku hebûna Îranê li xaka Sûriyeyê hebe wê ji Sûriyeyê dernekeve, da. Ev daxuyanî weke ku DYA li Sûriyeyê amadekairya şerekî bê dem dike hate pênasekirin.
Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Qesra Spî John Bolton wiha got; “Heta ku hêzên Îranê li derveyî sînorê Îranê bin em ê neçin û ev jî milîsên çekdarî û îtîfaqên Îranê jî vedihewîne.”
Tê diyar kirin ku li xaka Sûriyeyê di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de nêzî 2000 leşkerên DYA'yê hene. Rayedarên DYA’yê beriya niha jî têkildarî hebûna DYA'yê ya li Sûriyeyê daxuyanî dabûn.
LI GORÎ PENTAGON VEKIŞÎN STRATEJIYEKE BÊ HIZR E
Meha Çileyê PentagonÊ têkildari hebûna leşkerî ya Sûriyeyê gotibû ji bo pêşîlêgirtina vegera DAÎŞ’ê çiqas pêwîst be wê ewqas bidomin.
Meha Hezîranê jî Wezîrê Parastinê Jîm Mattîs, piştî şerê bi DAÎŞ’ê re bi dawî bû û şûn de terikandina DYA'yê ya ji Sûriyeyê weke ‘stratejiya bê hizir’ nirxandibû.
Lê cara destpêkê ye ku hebûna hêzên leşkerî ya Amerîka li Sûriyeyê bi hebûna hêzên leşkerî yên Îranê û hêzên girêdayî wê ve tê girêdan.
Gotinên Boltan ji Wezîrê Parastinê Mattîs hate pirsîn. Mattîs got polîtîkaya DYA’yê ya Sûriyeyê nehatiye guhertin û ji bo têkbirina DAÎŞ’ê li Sûriyeyê ne. Mattîs wiha got; “Dema ku me pişta xwe da wan divê em bawer bin ku êdî venagerin.”
ŞERÊ KU DAWIYA WÊ NÎNE
Wezîrê Karê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drîan di mijara ‘şerê ku dawiya wê nîne’ de hişyarî dide. Drîan wiha got; “Ji bo angaje kirina çareseriyeke siyasî berpisyarî ya Beşar El Esad û yên wî destek dikin e û di rewşekî dijber de rîska şerekî ku dawiya wê nîne ve diçe.”