Gelo balafira li Rûsyayê ji ber birûskê kete xwarê?

Li Rûsyayê balafireke rêwiyan a şîrketa Aeroflotê dema ku xwe dianî kete xwarê. Di bûyerê de 41 kes mirin. Rêyên ku rizgar bûn gotin, balafir ji ber birûskê ketiye xwarê.

Bûyer roja Yekşemê qewimî û sedema wê hîn baş eşkere nebûye. Lê belê li gorî gotinên hin rêwiyan ku ji medya Rûs re axivîn, balafir piştî ku bi hewa ket birûskê lê xist.

Rêwiyê bi navê Dmitri Khlebuşkin ji ajansa nûçeyan a cemaweriyê Ria Novosti re axivî û diyar kir, birûskê li balafirê xistiye û got, "Min şewqeke spî dît."

Rêwiyekî din ê bi navê Piotr Egorov jî ji rojnameya Pravda re axivî û got, "Dema ku balafir bi hewa ket, birûskê lê xist. Ji neçariya vê yekê jî balafir daket. Hema bêjin hiş ji serê me çû."

Li gorî medya Rûs, du qutiyên hafizayê yên balafirê li cihê bûyerê hatine dîtin û radestî rayedaran hatine kirin.

Balafira ku ji bo biçe bajarê Murmansk ê li bakurê Rûsyayê, çend deqe piştî ku ji balafirgeha Moskowayê rabû, neçar ma xwe ji nû ve wir deyne. Di balafirê de bi giştî 78 rêwî hebûn.

Li gorî Komîteya Lêpirsînê di qezayê de 41 kes mirin, gelek kes jî rakirin nexweşxaneyê.