Fransa li Erebistana Siûdî sîstema radarê danî

Fransa li peravê rojhilatê Erebistana Siûdî sîstema radarê bi cih kir.

Wezîrê Parastinê yê Fransa ragihand ku wan li peravên rojhilatê Erebistana Siûdî sîstemeke ya radarê bi cih kirine.

Fransa Îranê ji êrîşa ku meha Îlonê ya bi fuzeyên balîstîk û drona ya li ser tesîstên petrolê yên Erebistana Siûdî berpirs nîşan dabû. Hikûmeta Fransa wê demê soza ewlekariyê dabû Qiralyeta Siûdiyê.

Wezîrê Parastinê yê Fransa Parly ê dawiya meha Mijdarê serdana bajarê Manama ya Bahreynê kir, diyar kiribû ku wê li ser Kendavê sîstema hişyariyê ya teknolojiya pêşketî danin û li gel vê jî radareke taybet a pêşîgirtina li êrîşan jî bi cih bike.

Serokkomarê Fransa Emmanûel Macron têkildarî vê mijarê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku wê ev mekanîzma wê sûd bide ‘ji nû ve destketina ewlekariyê’ ya Qiraltiya Siûdiyê.