Fransa gefa guşarê li Îranê kir

Wezîrê Karê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drîan diyar kir ku di mijara bernameya fuzeyên balîstîk ên Îranê de pêşketin pêk werin wê guşarê li ser bikin.

Wezîrê Karê Derve Le Drîan got: “Me dest bi diyalogeke pir zehemet kiriye.”

Wezîr ev tişt anî ziman: “Eger bi encam nebe, em amadene ku guşarê li ser bikin û ew vê dizanin.”

Le Drîan daxwaza ji Îranê kir û got: “Divê Îran dev ji hilberîna fuze û bi taybet desteka xwe ya ji hinek komên bi çek ên li Rojhilata Navîn bikişîne.”

Rayedarên Îranê da xuyakirin ku bernameya fuzeyên balîstîk bi armanca devjêberdanê ye û mafê xwezayî yê netewa Îranê ye, îdîayên Fransa weke ‘bê encam û şaş’ nirxandin.”