Forûma derewînan: Davos

Forûma Aboriyê ya Cîhanê (WEF) civîna xwe ya 50’emîn li bajarê Davosê yê Swîsreyê li dar dixe. Ji 117 welatan 3 hezar kes wê tevlî civînan bibin.

Forûma 50’emîn di navbera 21-24’ê Çileyê de ‘serok’ û ‘dewlemendên’ cîhanê tîne ba hev. Tê payîn ji 117 welatan 3 hezar kes tevlî civînan bibin.

Di van civînan de germahiya global di nav rojeva sereke de ye. Vê forûma ku wekî vîtrîan kapîtalîzmê tê nirxandin, gotinên wê yên baş jî gumanan çêdike. Ji ber ku şîrket û rêveberên siyasî yên forûmê berpirsên krîza avhewayê ne.

Di civînan de meseleyên wekî ‘Divê em gerstêrkê çawa rizgar bikin’, ‘Bazirganiyeke adilane’ û ‘Teknolojiya ji bo hemû kesan’ wê werin nîqaşkirin. Ev meseleyên ku kapîtalîstan diyar kirine, gotineke Lenîn tîne bîra mirov: “Kapîtalîst dikarin kindira ku ew ê xwe dar ve bikin jî bifiroşin.”

Çalakger Greva Thûnberg di destpêkirina civînê de axivî û got ku “Avhewa û jîngeh di rojevê de ne, lê ji di warê pratîk de tiştek nehate kirin. Emîsyonên CO2 nehatin kêmkirin.”

Rewş gelekî talûke ye, li gorî zanyaran bi tenê 10 sal maye ku cîhan were rizgarkirin.

Damezirînerê forûma Davosê Klaûs Schwab jî hefteyek berê ji rojnameyan re axivîbû û gotibû “Cîhan ketiye rewşeke awarte, bergeha wê ya hewldanan jî gelekî biçûk e.”

Li gorî kovara Oxfam Forbesê û bankaya ‘Credît’ a Swîsreyê hatina 2 hezar 153 kesan ji hatina 4,6 milyar kesên hejar ên cîhanê zêdetir e. Oxfamê diyar kiribû ku serweta di destê rêjeya 1 ji sedî de, ji ya 92 ji sedê hemû mirovayetiyê zêdetir e.