Fas: 10 hezar endamên DAÎŞ û El Qaîdeyê li Afrîkayê hene

Wezîrê Karên Derve yê Fasê Nasir Bûrîta got, niha li parzemîna Afrîkayê nêzî 10 hezar 'şervan'ên DAÎŞ û El Qaîdeyê hene.

Wezîrê Karên Derve yê Fasê Bûrîta, piştî civîneke ku bi koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê li dar xist, daxuyaniyek da. Bûrîta got, "Di çarçoveya nirxandinên stratejîk ên DAÎŞ'ê de Afrîka yek ji hedefên herî girîng e."

Civîn roja Sêşemê li banliyoya paytext Rabatê li Skhîratê pêk hat. Bûrîta tevî nûnerê taybet ê Serokê DYA Donald Trump ê li nava koalîsyonê Brett McGurk re civîneke çapemeniyê li dar xist.

Bûrîta bi bîr xist ku Afrîka cihekî hesas e ku li bikaranînê vekirî ye û bang kir ku di navbera welatên Afrîkayê û koalîsyona bi pêşengiya DYA de 'sînerjiyek' bê afirandin.

Bûrîta diyar kir, piştî Sûriye, Iraq û Afganîstanê êrîş herî zêde li parzemîna Afrîkayê hatine kirin û hejmara qurbaniyên li parzemînê gelekî zêde ye.

Ji 30 welatên Afrîkayê nêzî 50 delegasyon tevlî civînê bûn. McGurk diyar kir ku civîna herêmî ji bo welatan biparêze, nehêle ku terorîst ji sînoran derbas bibin, pêşî li fînansmana terorîstan bê girtin û welatan ji îdeolojiyên metirsîdar biparêze, mîna tevnekê îstîxbaratê parve dike.