Erka Fîlîstîniyan a li Neteweyên Yekbûyî zêde bû

Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî erkên nû yên qanûnî da Fîlîstîniyan ku statuya wan statuya çavdêriyê ye. Li gorî vê yekê, Fîlîstîn wê sala 2019'an karibe bi erka serokatiya G-77'an jî rabe.

Roja Sêşemê li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dengdan çêbû û ji bo Fîlîstîniyan erkên nû yên qanûnî hatin dayin. Pêşnûme biryar ji aliyê Misrê ve hate pêşkêşkirin û 146 ji 193 endaman ev pêşnûme qebûl kirin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Îsraîl û Awûstralya jî li ber biryarê rabûn. 15 welat bê alî man, yên mayî jî tevlî dengdanê nebûn.

Ji aliyê sembolîk ve ev biryar ji bo Fîlîstîniyan gelekî girîng e. Ji ber ku Fîlîstînî bê dewlet in û rêveberiya DYA'yê jî amadekirina planeke aştiyê ji bo şerê Fîlîstîn-Îsraîlê timî dereng dixîne.

G-77 ku di rastiyê de ji 134 welatan pêk tê û Çînê roja 27'ê Îlonê li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, Fîlîstîn ji bo serokatiya demî ya sala 2019'an hilbijartibûn.

G-77 ku ji bo teşwîqkirina berjewendiyên aborî yên welatên endam ava bû, di nava Neteweyên Yekbûyî de weke koalîsyona herî mezin a dewletên bi pêş ve diçin, tê dîtin. G-77 di danûstandinan de bi taybetî li ser mijara budçeyê xwedî hêzeke xurt e.

Bi vê biryarê re Fîlîstînî dibin xwedî wî mafî ku biaxivin, xwedî li pêşnûme biryaran derkevin û hin îmtiyaz ji wan re tên naskirin. Dema ku Fîlîstînî bi erka serokatiya G-77'an rabû, ev ê bibe sedem ku li qada navneteweyî bên naskirin. Wê weke hêzeke welê bê dîtin ku ji bilî pirsgirêka Fîlîstîn-Îsraîlê wê li qada navneteweyî karibe li ser hin tiştên din jî biaxive.

Nûnera DYA'yê ya li Neteweyên Yekbûyî Nîkkî Haley li ber vê biryarê rabû û got, "Fîlîstîn dewleteke ku endamê NY'ê nîne. Ew dewlet jî nîne." Halley daxuyaniyeke nivîskî da û îdîa kir, "Şaşitiya Neteweyên Yekbûyî hêviyên aştiyê têk biriye."

Nûnerê Fîlîstînê yê li Neteweyên Yekbûyî Riyad Mansûr jî got, "Ev dengdan, dengê piraniyan bi rengê herî baş nîşan dide."