Êrîşkarê Berlînê li Îtalyayê hate kuştin
Anîs Amrî ku weke kujerê 12 kesên li Berlînê hatin kuştin li gelemperiya Ewropayê lê dihat gerîn, li Îtalyayê hate kuştin.
Anîs Amrî ku weke kujerê 12 kesên li Berlînê hatin kuştin li gelemperiya Ewropayê lê dihat gerîn, li Îtalyayê hate kuştin.
Li gorî daxuyaniya ji aliyê hikûmeta Îtalyayê ve hate dayîn, danê vê sibehê li bajarê Mîlanoyê, di dema kontrola nasnameyê de şer derket û Amrî li vir hate kuştin.
Hikûmeta Elman têkildarî mijarê hê daxuyanî nedaye. Hat ragihandin, Amrî beriya li Îtalyayê dijiya, lewma şopa tiliyên wî li vir qeydkirî bû û bi saya vê yekê nasnameya wî hatiye tespîtkirin.
Tê gotin, Amrî yê Tûnisî, danê vê sibehê li taxa Sesto San Gîovannî ya Mîlayonê, di dema kontrola rûtîn a li Meydana 1'ê Gulanê, hatiye dîtin.
Amrî di vê kêliyê de dema hewl da çekê ji çenteyê xwe derxîne, ji aliyê du polîsan ve hatiye kuştin. Li gorî agahiyan, di vî şerî de polîsek jî birîndar bûye.