BI DÎMEN

‘Em ê heya dawî girêdayî Rêberê xwe bin’

Faris Mûrad da zanîn ku ew ê heya dawî dilsozê Rêber Apo bin û wiha got: “Rastî jî Rêber Apo hêzek mezin ji me re afirand, Rêber Apo em ji qalibekî derxistin û em birin ronahiyê.”

Di salên 1990‘î de ruxmî rejîma Baas hîn desthiladar bû jî gel jiyana xwe dixist xeteriyê û diçûn ji bo ku Rêber Apo bibînin. Rêber Apo ji bo gelan xeta sor e. Ji ber ku Rêber Apo jiyana wan a bêruh zindî kir. Bi vê yekê re dema komploya navnetewî ya di sala 1999‘an de hat kirin, Rêber Apo hat dîlgirtin. Ev roj ji bo gel bû rojeke reş û xeta wan a têkoşînê bû azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.
Faris Mûrad ê ku di sala 1996‘an de bi karwanên gel re çûye, cem Rêber Apo ji ajansa me ANF’ê re axivî.

‘DÎTINA RÊBER APO KÊFXWEŞIYA HERÎ MEZIN BÛ JI BO ME’

Faris di destpêka axaftina xwe de komloya 15’ê Sibatê şermezar kir û got ku ev komplo dikeve sala xwe ya 27‘an. Faris wiha pêde çû: “Em bi hêvî ne ku ev roja reş a ku bi ser me de hatî veguhere roja xweş û Rêber Abdullah Ocalan ji vê zindanê derkeve. Di sala 1996‘an de ji her taxekê re agahî hat ku Rêber Apo dixwaze gel bibîne û wê her komek di taxekê de biçe cem Rêber Apo. Em pir kêfxweş bûn û me di her taxekê de komek çêkir ji bo ku em biçin cem Rêber Apo. Wê demê em çûn Şemê da ku em Rêber Apo bibînin, em gihiştin qadekê ciwanek hat û bi dengek bilind got ku karek Rêber Apo derket û wê nikaribe we bibîne. Em pir xemgîn bûn ji ber ku me got em nikarin Rêberê xwe bibînin, hema hema kêliyek derbas bû ciwanek din hat bi dengekê bilind bang kir ku wê Rêbertî were we bibîne, di wê kêliyê de xemgîniya me veguherî kêfxweşiyê û em pir rehet bûn. Me ji xwe re digot şansê me heye ku em ê bikaribin Rêberê xwe bibînin. Lê berî ku Rêber Apo were ji me re gotin pêwîste hun pir bi disiplîn û rêxistinî bin ji ber ku Rêber Apo ji qerebalixê hez nake. Me jî got hema bila Rêberê me were û em ê pir bi rêxistinî bin. Dema Rêber Apo hat bi dengekî bilind ji me re gotin amade bin, dema wiha hat gotin Rêber Apo derbasî qadê bûn em hemû li ser piyan sekinîn. Rêber Apo dema li me mêze kir ji me pirsî gelo hun westiyane? Me got na ji ber dîtina Rêber Apo westandina me giştî ji bîra me bir. Tê bîra min Rêber Apo ji me re got yê ku hatiye ji bo bi min re wêneyan bikşîne ez wî/ê naxwazim. Ez çiqas bêjim ew roj ji bo me xweş bû ez mafê wê nadim.” 

‘RÊBERÊ ME RÛMETA ME AVA KIR’

Faris di nav axaftinên xwe de ragihand ku Rêber Apo dema hat cem wan li ser dîrokê nîqaş kir û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Rêber Apo nêzî du seatan ji me re behsa rexne û rexnedayîn, hevaltî û welatparêzî kir û bi awayek pir xweş me ji Rêberê xwe fêm dikir. Ez dikarim bibêjim ku heybeta Rêber Apo hişt ku em wiha di dersê de baldar bin û hişê xwe hemû berdin ser gotinên Rêber Apo. Di dawî de Rêber Apo got, ‘Tu carî nebêjin ku min tiştek ji we re kiriye’. Dema wiha got rastî jî em hemû matmayî man, ji ber Rêberê me her tişt ji bo azadî û demokrasiya me kir, me ji xwe dipirsî gelo Rêber Apo çima wiha dibêje. Hurmeta me ji Rêber Apo re nedihişt ku em biaxivin, hema me dît yek ji welatiyê ku bi me re hatî rabû ser piyan û got, ‘Rêberê me te me kir xwedî rûmet û nasnam e, eger ne tu ba em ê heya niha di bin destê rejîma Baas de ma ban. Rêberê me te jiyana me zindî kir, ji ber jiyana me beriya te ne zindî bû’. Dema ev welatî jî axaftinên xwe dewam kir û sekinî. Rêber Apo jê re got axaftina xwe dewam bike, wî bersiv da ku enerjiya wî nema. Berdaxek av di destê Rêber Apo de bû, Rêber Apo ew berdax bi destê xwe bir ji wî re û av dayê. Rastî jî dema ev yek li pêşiya çavê me çêbû hêza me û hezkirina me ji Rêber Apo re zêdetir bû. Min gelek tişt ji Rêber Apo fêm kir, bi taybet dema ku got em ê sîstemekê ava bikin ji siyasetên Rojhilata Navîn cûdatir û wê siyaseta me gel parçe neke, lê belê wê gel li hev bîne û wan bike yek. Di heman demê de tişta ku herî zêde bala min kişand û hîn li bîra min e, Rêber Apo ji me re got çek pîroz e, lê pêwîste bi mejî re kar bike. Yanî eger hêz hebe û siyseta mejî nebe, dê wê ev hêz têk biçe û namîne. Berovajî eger siyaset hebe û hêz nebe, ew siyaset jî bi kêrî tişekî nayê û wê têk biçe. Lê eger hêz û siyaset bi hev re bin wê ti car hêza cîhanê giştî jî nikaribe me têk bibin û hêza me bişkînin. Rêber Apo bi vê yekê peyama xwe ji me re gihand ku gava em bavêjin pêwîste bi baldarî û fikrandin be.” 

‘XETA TÊKOŞÎNA ME AZADIYA RÊBER APO YE’

Faris wiha axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rêber Apo ji me re behsa gelek tiştên ku hîn çênebûyî lê wê çêbibin kir, her wiha got ku wê ev sîstemên desthiladar giştî têk biçin û namînin, wê sîstema me ya demokrasî ya ku her netewê himbêz bike wê bibe mînak ji sîstemên cîhanê re. Ez bi vê gotinê dikarim bibêjim ku Rêber Apo xwedî felsefeyek pir mezin e. Tê bîra min dema em çûn cem Rêber Apo em gelek kêfxweş bûn û em pir bi kelecan bûn ku em Rêber Apo bibînin. Me di dilê xwe de digot gelo Rêber Apo wek me ye, gelo wek me diaxive, gelo çi dixwe û hwd. Dîtina Rêber Apo ji bo me xewn bû, me her dem xeyal dikir ku em Rêber Apo bibînin, wiha di mejiyê me de teşeya Rêber Apo bi awayek cuda çêdibû. Em çiqas bêjin jî kêm e ji bo Rêber Apo, lê tişta ku em dizanin û em pêk tînin ew e ku em bi Rêberê xwe ve girêdayî ne. Rastî jî Rêber Apo hêzek mezin ji me re afirand, Rêber Apo em ji qalibekî derxistin û em birin ronahiyê. Em niha bi hemû cesareta xwe derdikevin qadan û dirûşmeya ‘Bê Serok jiyan nabe’ berz dikin. Em ê heya dawî bi navê Rêberê xwe bang bikin û têkoşîna me ji bo xeta azadiya Rêber Apo wê mezin û bihêztir bibe.”