Li Osnabrûckê bi hevkariya komeleyên îslamî re Pêrşemê projeyeke pîlot dide destpêkirin.
Li gorî nûçeya Neue Osnabrûcker Zeîtûngê Zanîngeha Osnabrûckê jî destekê dide projeyê. Bi çarçoweya projeya pîlot wê ''koleja îslamî'' were avakirin.
Wezareta Karê Derve ku ji rojnameyê re axivî, got zanîngeh bi komeleyan re didin û distînin.
Heman rojnameyê got hikûmet di bûdçeya 2020'an de cara pêşî ye plansaziya wê dike ku fonekê ji vî karî re terxan bike.
Tê gotin, ji bo ''projeya modêl ya ji bo perwerdekirina komên dînî yên Îslamî'' 400 hezar euro hatiye terxankirin.
Komele û şexsên Îslamî wê bikaribin bibin endamê komeleya ku xwe daye ber projeyê. Di nav van de Konseya Navendî ya Misilmanên Elmanya jî heye.
Serokê Konseyê Aîman Mazyek got, ''Her demê me dixwest ku Elmanya melayan perwerde bike.''
DÎTÎB( Yekîtiya Tirk a Îslamê ya Karê Diyanetê) ji vê projeyê aciz bû. Li gorî nûçeya ajansa Elman DW'yê Serokê DÎTÎB'ê yê Saksonyaya Jêr û Yekîtiya Eyaletên Bremenê Dr. Alî Îhsan Unlu got, ''Perwerdekirina melayan ne karê dewletê lê kar û barê komên dînî ye''. DÎTÎB bi kontrola dewleta Tirk e, gelek caran bi sîxûrtiya dewletê ya li dijî Kurdan û muxalîfên rejîma Enqerê tê rojevê. Meaşê hemû melayên DÎTÎB'ê jî dewleta Tirk dide.