Elmanya bi israr e ku tazmînata qirkirinê nede

Elmanyayê ji ber qirkirina li Namîbya ya 114 sal beriya niha, tenê lêborîn xwest. Ji bo daxwaza tazmînatê ya gleên Herero û Nama jî bi biryardarî bersivê nade.

Li Namîbyayê ku di nava Afrîkaya Başûrrojava ya Elman de cih digire ku ji aliyê Elmanyayê ve hatibû dagirkirin, sala 1904'an piştî raperînê bi deh hezaran kes hatibûn kuştin. Piraniya mirovên ji gelên Herero û Nama hatin kuştin. Ji ber ku qirkirin hîn jî nayê naskirin, nerazîbûn dewam dikin.

TENÊ LÊBORÎN XWEST

Danûstandinên ji bo naskirina qirkirinê û daxwazên dayina tazmînatê ji her du gelan re didomin. Doh li Berlînê merasîmek hate lidarxistin û hestiyên 27 kesên hatin kuştin hatin radestkirin. Merasîm li dêreke Fransayê ya li Berlînê hate kirin û nûnerên gelên Herero û Nama tevlî bûn. Wezîra Dewletê ya Elman a ji çandê berpirsyar Mîchelle Munteferîng li merasîmê axivî û tenê lêborîn xwest.

Munteferîng bi baldarî gotina 'qirkirinê' neanî ser zimanê xwe û îdîa kir "Elmanyayê berpirsyariya xwe ya dîrokî qebûl kiriye."

Di dema merasîmê de û piştî wê, gelek mirovên ji gelên Herero û Nama xwepêşandan li dar xistin û ji Elmanyayê xwestin ku tazmînatê bide.

Hikumeta Elman jî qebûl nake ku ji ber qirkirinê tazmînatê bide her du gelan. Elmanya hewl dide bi hin alîkariyên aboriyê yên ji bo Namîbyayê xwe ji vê rewşê rizgar bike.

Komkujiyên li dijî Herero û Namayan hate kirin weke qirkirina destpêkê ya sedsala 20'an tê qebûlkirin.