Elmanya alîkariyê li ser DÎTÎB'ê dibire

Alîkariya aborî ya ku hikumeta Merkel dide DÎTÎB'ê ku weke şûbeyeke rejîma Erdogan e, diqede. Partiya CDU ev bang kir, "Yên ku neteweperestiyê dikin û ji bo hikumeta Tirk sîxuriyê dikin, nabe ku bibin partnerê me."

Tevî ku ji aliyê her kesî ve dihate zanîn Yekîtiya Îslamê ya Tirk a Karên Diyanetê (DÎTÎB) weke şaxekî rejîma Erdogan dixebite û par lêpirsîn lê hate vekirin, hikumeta Elman a federal a bi serokwezaretiya Merkel têkiliya xwe ya bi vê saziyê re nebirîbû.

Hate ragihandin ku ji ber nerazîbûna partiyên mûxalefetê û raya giştî ya Elman, rêveberiya Berlînê di budçeyên salên 2018 û 2019'an de cih nedaye alîkariya ji bo DÎTÎB'ê.

Parlamenterê Partiya Xiristiyanên Demokrat (CDU) a Serokwezîr Merkel, Chrîstoph de Vrîes ji hejmara îro ya rojnameya Bîld re axivî û diyar kir ku alîkariyên ji bo DÎTÎB'ê ji ber karên wê hatiye birîn.

Parlamenterê ji CDU li ser vê biryara hikumeta federal got, "Yên ku neteweperestiyê dikin, kîn û hêrsa li dijî Xiristiyanan, Yahûdî û mirovên ne dîndar belav dikin, yên ku li gorî daxwaza hikumeta Tirk karê sîxuriyê dikin, nabe ku bibin partnerê me."

Wezaretên cuda yên hikumeta federal, ji bo destekê bidin pêvajoya ahengiyê ya Misilmanan demeke dirêj bi navê xizmetên olî pere didan DÎTÎB'ê. Lê belê DÎTÎB'ê ev pere ji bo geşkirina neteweperestiya Tİrk li mizgeftan û propaganda Erdogan bi kar dianî.

Li gorî rojnameya Bîld ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên nêzî hikumetê, di navbera salên 2014 û 2017'an de bi giştî 5 milyon û 983 hezar û 429 Euro alîkarî ji DÎTÎB'ê re hatiye dayin. Ji bo vê saziya dewleta Tirk, tenê sala 2016'an 3 milyon û 821 hezar Euro, sala 2017'an jî milyonek û 306 Euro pere hate dayin.