Ellawî: Dibe ku li Kerkûkê şer derkeve!

Alîkarê Serokkomarê Iraqê Iyad Ellawî got, eger pirsgirêkên piştî referandûmê derketin neyên çareserkirin, dibe ku li Kerkûkê şer derkeve.

Alîkarê Serokkomarê Iraqê Iyad Ellawî got, divê Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî, hikumeta nevandî ya Iraqê û komên ku Îran piştgiriya wan dikin, bi baldarî gavên xwe biavêjin û pirsgirêka Kerkûkê çareser bikin.

Ellawî ji Assocîated Pressê re axivî û diyar kir, ku ji bo parastina yekparebûna Iraqê, divê hikumeta navendî ya Iraqê Heşdî Şabî, Barzanî jî hêzên Pêşmergeyan kontrol bikin. Ellawî anî ziman, eger pirsgirêkên piştî referandûmê derketin neyên çareserkirin, dibe ku li Kerkûkê şer rû bide.

Serokê koma Esayîb El Hak a nêzî Îranê ye û di nava Heşdî Şabî de cih digire Qaîs Xazalî, roja Yekşemê ji endamên xwe re axivî û got, "Kurd dixwazin Kerkûkê tevlî dewleta dixwazin ragihînin bikin û divê ew amade bin."

Ellawî li ser vê mijarê jî axivî û bi bîr xist, ku Esayîb El Hak parçeyek ji Heşdî Şabî ye û got, "Eger ev hêz bikeve nava Kerkûkê wê zerara herî mezin bide yekîtiya Iraqê û rê li ber şîdetê veke."

Ellawî got, "Hikumeta navendî ya Iraqê îdîa dike ku Heşdî Şabî di kontrola wan de ye. Eger rast be, divê wê kontrol bike û nehêle şerekî navxweyî derkeve. Barzanî jî, ji bo li herêmên navborî gavên êrîşkariyê neyên avêtin, Pêşmergeyan kontrol bike."