El Fetîh û Hamas ji nû ve li hev rûdinên

Ji ber pirsgirêkên navbera Hamas û El Fetîhê, zêdeyî 10 sal in rêveberiyek du serî li Fîlîstînê heye. Hevdîtinên ji bo çareserkirina van pirsgirêkan îro ji nû ve dest pê dikin.

Hevdîtin, wê bi navbeynkariya Misrê îro li paytext Qahîreyê dest pê bikin. Bi navê El Fetîhê wê Majîd Farac ku serokê rêxistina îstîxbaratê ye û nûnerê rêxistinê yê li Şerîda Gazzeyê Faya Ebû Ayta tevlî bibin.

Hamas jî, ku Şerîda Gazzeyê bi rê ve dibe, wê ji aliyê Salih el Arûrî û fermandarê herêmî yê hêzên milîs ên li Gazzeyê Yahya Zinwar ve bê tesmîlkirin.

Şerê navbera El Fetîh û Hamas a Îslamî ya radîkal, ku piştî sala 2006'an rû da, sala 2007'an bi parçebûnê bi encam bû. Hamasê Şerîda Gazzeyê kontrol kir, El Fetîh jî endamên Hamasê yên li Şerîa Rojava tasfiye kir.

Di encama hevdîtinên navbera her du rêxistinan de, ku Misr jê re navbeynkariyê dike, sala 2011'an li hev hate kirin. Lê belê pirsgirêkên navbera her du hêzan tenê ji aliyê êrîşkirina li hev ve hatiye çareserikrin. Herî dawî di navbera Hamas û Îsraîlê de, sala 2014'an şer ji nû ve giran bû û hêzên Îsraîlê bi giranî êrîşî Şerîda Gazzeyê kirin.