Ehmed Qeremûs: Yekîtiya Netewî divê karê yekem ê Kurdan be

Hevserokê Giştî yê KNK’ê Ehmed Qermûs anî ziman ku ji derveyî PKD’ê li gel hemû partî û aliyên siyasî yê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ciyane û ew civîn ji bo yekîtiya netewî erênî bûn. Ji bo vê divê pêkanîna yekîtiyê ji bo hemû Kurdan karê destpêkê be.

Piştî civîna 19’emîn a Kongreya Netewî Kurdistan (KNK) û hilbijartina desteya nû û hevserokatiyê û şûnde heyeta KNK’ê bi pêşengtiya Hevserokê Giştî yê Nû Ehmed Qeremûs ji ser ê mehê ve dest bi rêze civînan kirin. Civîn bi partî û aliyên siyasî yên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û gelek sazî û rêkxrawan re hate kirin.

Li ser civîn û encamên ji van rêzecivînan derketî Hevserokê Kongreya Netewî ya KNK’ê Ehmed Qeremûs ji ANF’ê re axivî.

Qerebmûs anî ziman ku li Başûrê Kurdistanê bi zêdetirî 38 hîzb û aliyên siyasî, saziyên civaka sivîl re li ser mijara Yekîtiya Neteweî civiyane. Qeremûs got: “Li gel vê me serdana gelek kesayetên siyasî û akademîsyenan jî kir. Civînên baş hatin kirin. Ji derveyî partiyeke siyasî, li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê li gel hemû alî û partiyên siyasî civîn hate kirin. Di van civînan de biryar û encamên ji civîna Kongreya Netewî ya Kurdistanê derketî hate nirxandin û nîqaşkirin.”

‘KNK ÇIQASÎ BI HÊZ BE WÊ YEKÎTÎ JÎ EWQAS ZÛ PÊK BÊ’

Qeremûs bal kişand ser armanca civînên li gel aliyên Kurdî û got: “Armanca me ya serek ji van civîna pêkanîna yekîtiya netewî xurt bikin. Dîsa ew alî û hîzbên heyî di bin sêwana KNK’ê de kom bibin. Bê guman ji bo bihêzbûna KNK’ê ya ji bo xebatên netewî çiqasî partî û aliyên siyasî li xwe bigire wê ji bo yekîtiya netewî jî ewqasî partî û aliyên siyasî tevlî Yekîtiya Netewî bibin. Wê demê wê Yekîtiya Netewî û Kongreya Netewî bibe karekî pêş yê hemû Kurdan. Yek ji mijarên din ên girîng ku di civînan de derket pêş ew bû ku hemû alî û partiyên siyasî li dijî her êrîş û zextên dijminên gelê Kurd ku li ser Kurdistanê bê kirin bibin xwedî yek helwest."

 ‘TIRKIYE TI DESTKEFTIYEKE KURDNA QEBÛL NAKE’

Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremûs qala dagirkeriya Tirk û çeteyên wê DAÎŞ û El Nûsra kir û ev nirxandin kir: “Dema dewleta Tirk 9’ê Cotmehê êrîşî Rojavayê Kurdistanê kir û Serêkaniyê û Girê Spî dagirk kir. Bi sedan kes zarok jî di nav de hatin qetilkirin û xelkê herêmê yê xwecihî neçar man ku koçber bibin. Piştî vê dagirkeriyê li gel bicihkirina malbatên çeteyan, demografiya herêmê û çavkaniyên wê talan dike. Tirkiye bi ti awayî ne statû û ne jî destkeftiyên gele Kurd li kû dibe bila bibe qebûl nake. Bi êrîşên li gel komên çete yên DAÎŞ û El Nûsra hemû destkeftiyên Kurdan dixwaze têk bibe û tine bike. Li ser van hemû mijaran û bi taybet gefên dagirkeriyê dewleta Tirk a li ser hemû destkeftiyên Kurdistanê di civînan de nîqaş hatin kirin.”

Qerebmû di nirxandinên xwe de li ser pirsa gelo civîn bi kîjan partiya siyasî re nehate kirin? Bersiva Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) nîşan da.

‘BERSIVA ME NEHATIYE DAYÎN’

Qeremûs bal kişan ser peyama Serokê Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) a dema êrîş li ser Rojavayê Kurdistanê dijwar bû û banga yekîtiya netewî û yekrêziya Kurdan kiribû û wiha pêde çû: “Ev peyama Barzanî peyamekî gelekî girîng bû. Dîsa bi dehan saziyên siyasî daxwaza yekîtiyek li nava Kurdan pêk bê. Ev jî bingeheke xurt ji bo yekîtiya netewî peyda kir. Me jî ev bingeh û daxwaz li ber çav girt. Li ser vê me biryar da ku em dest bi hevdîtin û serdanan bikin. Bi fermî me daxwaza kir ku hevdîtinê li gel Kak Mesûd Barzanî bikin, lê mixabin heta niha ne fermî û ne jî ne fermî bersivek ne erênî û ner jî neyînî nehatiye dayîn.

PDK li aliyekê ji bo piştevaniya Rojava bang dike, li aliyê din banga yekrêziyê li nav mala Kurdî dikin. Li gel vê jî ne amade ye li gel KNK’ê ya ku bi 38 partî û aliyên siyasî, dîsa kesayet û rewşenbîran re civiyayî, bicive. Li vir pirs dikim; Gelo daxuyaniya we girîng bû? An jî hewldanên xurtkirina yekîtiya netewî girîng e?"

 ‘JI BO YEKÎTIYA NETEWÎ PÊWÎSTÎ BI HER KESÊ HEYE’

Hevserokê KNK’ê diyar kir ku xebatên wan ên ji bo bihêzkirina yekîtiya netewî tenê ne li ser asta siyasî ye, her wiha hevdîtinên wan li gel kesyeta, rewşenbîr, rêxistinên civaka sivîl jî hatine kirin. Qeremûs got: “Yekîtiya netewî tenê li ser asta siyasî pêk nayê, pêwîstiya civakê bi tevlîbûna hemû beşên civakê ya yekîtiya netewî heye.”

‘NE DIRENG E’

Qeremû bal kişand ser rol û hewlesta aliyên rewşenbîr, hunermend û akademîsyenan û got: “Mirov dikare vê yekê weke du beş bigire dest, a yekem; hinek li gel wê ne ku yekîtiya netewî pêk bêt, ji bo vê bi rol û misyona xwe radibim û pêşengtiyê ji bo Yekîtiya Netewî dikin. Tevlî çalakî û xebatên KNK’ê dibin. A duyem jî; li gel yekîtiya netewî ne, lê tevlî kar û çalakiyên yekîtiya netewî nabin. Tevî ku KNK’ê çend caran bang li wan kirin ku di bin sêwana KNK’ê de kom bibi û ji bo vê xebatê bikin. Em bi hêvîne ku bên tevlî xebatên Kongreya Netewî bibin. Hê direng nebûye, werin bibin xwedî helwest.

‘YEKÎTÎ DERMAN E, DIJMIN JI BO WÊ ÊRÎŞ DIKE’

Qeremûs anî ziman ku bang û xebatên wan heta astekê bandorî li wê kiriye ku aliyên neyên yekîtiya netewî. Qeremûs bi domdarî got: “Yekîtiya Netwî karekî wiha hêsan nîne ku bi zext û şêwazên cuda pêk bê. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên heta niha ji bo yekîtiya netewî dibin asteng derbas bikin, divê alî û rêxirawên siyasî tevlî KNK’ê bibin. Ji bo wê em ê bikarin bi hev re yekîtiya netewî çêbikin. Bê aliyên siyasî û sazî û rêxistawên civakî KNK bi tenê nikare vê pirse çareser bike. Karekî hêsan nîne ku welatekî hatî parçekirin û vê bi yekîtiyekê bikî ye. Ji ber ku dijmin baş dizane dermanê vê yekîtî ye, ji bo wî xeterî ye. Ji bo ev yek pêk neye her cûre êrîşê li kû dibe bila bibe dike.”

Qeremûs herî dawî xebatên Yekîtiya Netewî û Kongreya Netewî weke 3 qonax diyar kir û wiha rêz kir:

Yekem: Qonaxa bihêzkirina siyasî û civakî ya KNK’ê.

Duyem: Nêrîn û derbirînên aliyan a ji bo yekîtiya netewî û kongreya netewî digirin.

Sêyem: Di warê dîplomasî de zextê li dewletên biyanî bikin ku statûya Kurdan bipejirînin.