'Egîd û Mazlûm hêza pêkanînê ya bîrdoziya Rêbertî ye'

"Çalakiya hevrê Mazlûm, fêhmkirina heval Mazlûm a Rêbertî nîşan dide. Hevrê Egî bi berxwedana xwe nîşan da ku bîrdoziya Rêbertî çawa dikare bê pêkanîn."

Di dîroka tevgera azadiyê de ji 21'ê Adarê dema çalakiya fedayî ya Mazlûm Dogan heta 28'ê Adarê roja şehadeta fermandarê ARGK'ê Mahsûm Korkmaz (Egîd) weke 'Hefteya Qehremaniyê' tê pênasekirin. Gerîlayên HPG û YJA Starê bi wesîleya hefteyê axivîn.

'LI KURDISTANÊ PIR LEHENG DERKETIN'

Gerîlaya YJA Starê Serhildan Can bi bîr xist ku li her welatî qehremanan pêşengî ji gel kirine û got, "Hewl dan gelê xwe li hemberî desthilatdariyê azad bikin. Li Kurdistanê jî pir qehremanên leheng derketine. Meşaleya Kawayê hemdem li beramberî Dehaqan hildan. Li zindana Amedê hevrê Mazlûm li dijî faşîzmê û darbeya 12'ê Îlonê rabû. Tevî hemû êşkenceyên li zindana Amedê hatin kirin, hevrê Mazlûm tu carî teslîmiyet qebûl nekir, bi berxwedana xwe bi ser ket. Bi vî awayî bû meşaleya ku ronahiyê dide gelan. Em xwedî li mîrateya hevrê Mazlûm derdikevin. Ev mîrate ji tevahiya gelên cîhanê re bûye hêvî. Hevrê Mazlûm bi vê çalakiya xwe bû bingeheke jiyana bi rûmet û azad ji bo gelan.

Di heman demê de çalakiya hevrê Egîd a li Dihê gelê Kurd ji nû ve bi Kurdbûyîna xwe hesand. Li hemberî dijminê qirker bû xwedî deng. Ji tirsa Kurdbûyînê xilas bû. Ji nû ve bûn lêgerînerên doza azadiyê. Heval Egîd ji bo xwedî şehîdê me yên dozê derbikeve di rêya heqîqetê de meşiya. Wek qehremanê gelê Kurd têkoşîn di lutkeyan de da meşandin. Dema heval Egîd tê gotin peyva yekem tê bîra me qehramantî ye. Em jî dixwazin bibin şopdarên rêya heqîqetê û xwedî li vê mîrateyê derbikevin. Bi vê wesîleyê, ji qehremanê qehremanan ji Rêbertî re silavên xwe dişînim."

'RÊBERTÎ DEWAMA QEHREMANIYA DÎROKÎ YE'

Gerîla Evîn Zîlan jî bi wesîleya hefteyê ev nirxandin kir:

"Qehremantiyên ku li Kurdistanê pêk hatin berhemên bîrdoziya Rêber Apo ne. Rêbertî bi bîrdoziya xwe ya ji bon azadiya gelên bindest bû heviya herî mezin. Bû dewama qehremantiyên dîrokê û bû bingeha qehremanên roja me ya îro. Îradeya ku Rêbertî bi gelan re da afirandin, bû bingeha rabûna li ber pergala faşîst.

Agirê ku Mazlûman dan geşkirin, di hindirê neyaran de bûye volkanek, her kêlî mîna bombeyekî diteqe. Ev jî di hindirê dijmin de bûye xofeke herî mezin. Desthilatdarî wê tu carî nikaribe îradeya gelan bitepisîne. Her tim wê serketin bibe ya lehengên vê doza heqîqetê. Gelê Kurd ji nû ve serî hilda, ji mirina bi salan hişyar bû, gelê me gihîştiye vê zanebûnê û xwedî li nirxên xwe derdikeve.

Her wiha qehremana vê dozê hevrê Zîlan bi çalakiya xwe di mejiyê desthiladariyê de xwe kir bombe û teqand. Da ku ji zarokên Kurdistanê re jiyaneke azad bide avakirin. Em ê di doza heval Zîlan de, li çiyayên azad têkoşîna xwe hîn geştir bikin. Em ê berxwedana xwe li beramberî Pergala Kapîtalîst hîn xurtir bikin heya nefesa xwe ya dawî têbikoşin. Ala berxwedanê di tevahî cîhanê de bidin bilindkirin."

'EGÎD Û MAZLÛM PÊKANÎNA BÎRDOZIYA RÊBERTÎ YE'

Yek ji gerîlayên YJA Starê Avesta Xabûr hestên xwe wiha anî ziman:

"Çalakiya hevrê Mazlûm, fêhmkirina heval Mazlûm a Rêbertî nîşan dide. Hevrê Egî bi berxwedana xwe nîşan da ku bîrdoziya Rêbertî çawa dikare bê pêkanîn. Ev berxwedanî bi rihê hevaltiya PKK pêk hat. Ev rih di roja me ya îro de jî xwe bi têkoşîna me didomîne. Ji bo ku em bibin hevrêyên rast ên heqîqetê, erka me ew e ku em têkoşîna qehremanên xwe bi ser bixînin. Di şexsê tevahî hevrêyên me yên ku di vê dozê de li ber xwe dan û gihîştin şehadetê em bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditawînin."