Eger trilyonek dar bên çandin?

Çend roj beriya niha hikumeta Etiyopyayê tevî bi hezaran dilxwazan di nava rojekê de 353 milyon şitlên daran çand. Ev yek rekor bû li tevahiya dinyayê.

Ev hewldana hikumeta Etiyopyayê heman piştî rapora zanyaran hate kirin, zanyaran diyar kirin ku li dinyayê qadeke ku milyonek heta 1.5 milyon dar bên çandin heye. Rapor ji aliyê Panela Navbera Hikumetan a Guhertina Avhewayê hate amadekirin. Di raporê de dihate gotin, ji bo asta heyî ya germahiya global bê astengkirin divê qadeke ji milyarek hektarî bi daran bê çandin.

Qada milyarek hektar bi qasî cografya heyî ya DYE'yê ye. Her çend ev yek nepêkan tê dîtin jî li gorî lêkolînên zanyaran li dinyayê bi têra xwe erazî heye ku bibin daristan. Li van qadan jî ji trilyonekê heta 1.5 trilyon şitlên daran dikarin bên çandin.

Eger ev yek bê kirin, wê yek ji sê parên gazên ku bandora serayê dikin dikarin bên mêtin.

Zanyar Thomas Crowther ku rapor amade kir, anî ziman ku çareseriya germahiya global a bi rêbaza berfirehkirina daristanan, di nava alternatîfan de ku saziyên navneteweyî nîqaşê dikin a herî erzan û hêsan e.

Ji zanîngeha Marylandê Laura Duncanson jî destnîşan kir, li dijî germahiya global tifaqa wan a herî mezin daristan in. Duncanson diyar kir, germahiya global bi vî rengî dikare di asta 1.5 pileyî de bê hiştin.

Li dinyayê di halê hazir de derdora 3 trilyon dar hene. Li gorî lêkolîna li ser wêneyên ji peykê hate kirin, li DYE, Kanada, Awûstralya, Brezîlya û Çînê 700 milyar darên nû dikarin bên çandin.

Tevî vê nêrîna xweşbîn a ji bo zêdekirina daristanan, lê belê di halê hazir de parastina daristanên heyî jî bûye pirsgirêkeke girîng a mirovahiyê. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, salane nêzî 7.3 mlyon hektar qada daristanî ji holê tê rakirin.

Piraniya daristanan jî ji bo afirandina zeviyên çandiniyê tên şewitandin. Li gorî zanyaran, terikandina rêbazên çandiniyê yên klasîk ji bo parastina daristanan girînge.