Ebola vegeriya Kongoyê!

Komara Kongoyê ya Demokratîk (RDC) xwe amade dikir ku di 13’ê Nîsanê de eşkere bike wan şewba Ebolayê qedandine. Lê li bajarê Beniyê kesek ji ber Ebolayê mir.

Rêveberiya Kînshasa û Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO) xwe amade dikirin ku di 13’ê Nîsanê de diyar bikin wan dawî li şewba Ebolayê anîne. Di 52 rojên dawîn de tu kes nexweş neketibû lê piştî 52 rojan hate diyarkirin ku kesek bi Ebolayê ketiye.

Li gorî rayedarên tendirustiyê li rojhilatê welat li Beniyê mêrekî 26 salî bi vîrusa Ebolayê ketiye. Piştî ku ev kes mir, bi hevkariya WHO’yê komeke lêkolînê ji herêmê re hate şandin.

Şewba Ebolayê di 1’ê Tebaxa 2018’an de derketibû holê û bûbû sedema mirina 2273 kesan.

Ji bo ku RDC diyar bike ku şewba Ebolayê bi dawî bûye herî kêm divê 42 roj derbas bibe. Ebola 21 rojan xwe xwe amade dike û ji bo ku were fêmkirin tu kes bi Ebolayê neketiye divê 21 rojên din jî derbas bibe.