Ebadî ji bo bi sedan kesên mehkûm kirî darvekirin xwest

Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî, piştî cenazeye 8 kesan, ku DAÎŞ’ê ew kuştibûn hate dîtin, derbarê DAÎŞ’iyên ku cezayê darvekirinê xwestibûn înfaz xwest.

Serokwezîr Ebadî bi daxuyaniyeke nivîskî ji bo çeteyên ku cezayê teqez bûyî, ferman da ku ‘terorîst demildest werin cezakirin’’.

Ev daxuyaniya Ebadî bi sedan kesî têkildar dike, ku di nav wan de jin û biyanî jî hene. Li Iraqê 100 jê biyanî nêzî 300 kes ji endamtiya DAÎŞ’ê cezayê darvekirinê li wan hatiye birin, her wiha ew qas jî cezayê girtîgehê yê heta mirinê xwarine.

Piraniya mehkûmên biyanî an welatiyên Tirkiyê ne an jî welatiyên komara Sowyeta berê.

Ebadî, Çarşema bihurî piştî ku cezayê 8 kesan, ku DAÎŞ’ê ew kuştibûn, hate dîtin ev ferman da.