Ebadî Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ji wezîfeyê girt

Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî şewirmendê xwe yê ewlekariya neteweyî Felîh Feyaz ku yek ji berpirsyarên Heşdî Şabî ye ji wezîfeyê girt.

Desteya Wezîran a Iraqê, piştî civîna doh êvarê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku bi fermana Ebadî şewirmendê ewlekariya neteweyî ji wezîfeyê hatiye girtin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Falih Feyaz dest bi karên siyasî kir. Karên siyasî û ewlekarî bi hev re nayê meşandin. Yên ku cihê xwe di nava wezîfeya ewlekariyê de digirin, nabe ku karê siyasî bike. Ji ber vê yekê Feyaz ji wezîfeya Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê hate girtin."

Ev bûyer di demekê de rû da ku ji bo avakirina hikumeta nû ya Iraqê danûstandin zêde bûne. Bi taybetî Îran û DYA hewl didin giraniya xwe deynin ser nîqaşên li ser hikumeta nû.

Dema ku Feyaz ji wezîfeyê hate girtin, fermandarê berê yê Tûgayên Bedir Hamdî Amîrî û Nûrî Malîkî gef xwarin û gotin, "Eger DYA li Iraqê hikumetekê ava bike, em ê vê hikumetê hilweşînin."