DYE yekîneyên xwe yên Elmanya wê bibe Polonya

Serokê DYE'yê Donald Trûmp ragihand ew ê yekîneyên xwe yên leşkerî yên Elmanyayê bikişînin Polonyayê.

Serokê DYE'yê Donald Trûmp ji serê krîza pandemiya Covîd-19'ê û vir ve li Qesra Spî cara pêşî Serokkomarê Polonyayê Andrzej Duda qebûl kir.

Trûmp got, ''Serokkomarê Polonyayê karekî zehf baş kir û ez bawer dikim di hilbijartinê de wê serkeftineke mezin bi dest ve bîne.''

Li gorî Trûmp Polonya berevajî Elmanyayê hemû berpirsyariya darayî ya NATO'yê bi cih tîne..

Trûmp got,''Weke ku em ê yekîneyên xwe yên li Elmanyayê bikişînin Polonyayê. Em ê yekîneyên xwe yên li Elmanyayê kêm bikin û biki 25 hezar. Elmanya tişta ku divê bide beşekî pir kêm dide, ev sûcdariyeke mezin e. Ez peyva sûcdariyê dibêjim. Naxwe em ê yekîneyên xwe yên li Elmanyayê bikişînin. Hin jê wê vegerin malên xwe, yên din li deverên din ên Ewropayê wê werin bicihkirin, nexasim li Polonyayê.''